Li Mêrsînê binçavkirin hatin şermezarkirin 2023-05-23 20:31:58       MÊRSÎN - Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên Mersînê, operasyonên bi armanca qirkirina siyasî yên hatin kirin protesto kirin.   Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mersînê, destgîrkirina herî kêm 24 kesan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê Mersînê de ku bi îdiaya parvekirinên medyaya dîjîtal da destpêkirin, protesto kir. Çalakî li Parka Zarokên Azad hat lidarxistin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Mersînê Alî Bozan û Perîhan Koca, hevserokên HDP’ê yên Mersînê, rêveberiyên partiyan û gelek nûnerên sazî û partiyên siyasî bûn beşdarî çalakiyê bûn.   Hevseroka HDP’ê ya Mersînê Bedriye Kûş ku daxuyanî xwend, got ku desthilata AKP-MHP’ê di her pêvajoya hilbijartinê de êrîşkirina Kurdan ji xwe re kiriye kurm.   ‘JI BO QEDANDINA VÊ DESTHILATÊ EM Ê TÊKOŞÎNA XWE GEŞ BIKIN’   Kûş diyar kir ku karnameya desthilata AKP’ê ya bi 22 salan, bi operasyonên siyasî dagirtî ye û wiha got: “Baweriya desthilatê pê nema, planên wê yên têkildarê diyarkirina pêşerojê xera bûn. Partiya kir ku ev bibe, em in, fikira me ye. Têkoşîna civakî û siyasî ya partiya me ye. Lewma êrîş zêde dibin, roj bi roj êrîş li me zêdetir dibin. Ji ber ku astengiya herî mezin em in ku nahêlin rejîma otorîter, yekparêz, mêtinger û talanker mayînde bibe.”   Kûş anî ziman ku tevî ewqas zextên li ser partiya wan, ew hewil didin ku siyasetê bikin û partiya wan dibe hêvî ji bo gelan û axavtina xwe wiha dawî kir: “Bersiva me li dijî destgîrkirina nehiqûqî, diyar e: hûn nikarin têkoşîna me bi destgîrkirin û girtinê biqedînin. Em, bi van polîtîkayên we yên şer bêzar nabin. Ji bo pêkanîna armancên xwe yên siyasî û bidawîkirina vê rejîma yekzilamî, em ê bi awayekê xurt li têkoşîna xwe dewam bikin.”