Parêzer Kertîş: Tecrîd pirsgirêkeke civakî ye 2023-05-24 09:00:22   WAN - Leyla Kaplan Kertîş a OHD’î diyar kir ku pirsgirêka tecrîda li Îmraliyê pirsgirêkeke civakî ye û got ku bi tecrîdê hewl tê dayîn ku peywendiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi civakê re qut bikin.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Mezin a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 2 sal in hevdîtina wî ya bi malbat û parêzeran re tê astengkirin. Ev rewşa qedexeyê êdî veguherî rewşa agahîjênegirtinê. Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Leyla Kaplan Kertîş diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li seranserî Tirkiyeyê belav bûye û heman tecrîd li ser gelê kurd û girtîgehan jî tê ferzkirin.    Leyla Kaplan Kertîş   DIXWAZIN TÊKILIYA CIVAKÎ QUT BIKIN    Kertîş, bi bîr xist ku parêzeran herî dawî di sala 2019’an de bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine û wiha got: “Her wiha OHD’ê jî ji bo hevdîtinê serlêdan kir. Ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re em her tim serlêdanan dikin. Di dawiya dawî de muwekîlê me ye û em dixwazin pê re hevdîtinê bikin. Serlêdanên me her carê ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve tê redkirin. Tişta ku li birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin tecrîd e û muameleyeke dermirovî ye. Li gorî me ev tecrîd tiştekî şexsî ye. Li gorî me pirsgirêkeke civakî ye. Bi zanebûn hewl didin têkiliya Ocalan a bi civakê re qut bikin. Dixwazin peywendiyên wî yên bi gelê kurd û parêzeran re asteng bikin. Ev jî armanceke siyasî ye. Ev sepana tê ferzkirin ne di mewzûata hiqûqa navxweyî de û ne jî di hiqûqa navneteweyî de tune ye.”    ÎŞKENCEYA SÎSTEMATÎK   Bi domdarî Kertîş anî ziman ku astengkirina mafên hevdîtina bi parêzer û malbatê û mafê ragihandinê ya bi hinceta cezayên disiplînê binpêkirina mafan e û wiha pê de çû: “Jixwe di qeîdeyên kêmtirîn ên Neteweyên Yekbûyî de ji bo muameleya li dijî girtiyan wiha tê gotin; ‘Bisînorkirin an jî sepanên disiplînê di tu mercan de divê negihijin asta îşkenceyê.’ Anku dibe ku bisînorkirin û cezayên disiplînê hebin lê divê veneguherin îşkenceyê. Ev sepan niha veguheriye îşkenceyeke sîstematîk. Bi hincetên weke cezayên disiplînê re hewl didin têkiliya birêz Abdullah Ocalan a bi malbat û gelê kurd re qut bikin. Di esasê xwe de birêz Ocalan ji roja hatiye girtin heta niha di bin tecrîdeke sîstematîk de ye.”    ‘DÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ BIDOME’   Di berdewamê de Kertîş got ku dê têkoşîna wan a li dijî tecrîdê bidome û axaftina xwe wiha qedand: “Rêveberiya piştî hilbijartinê kî dibe bila bibe dê daxwaza me ya sereke ev be. Em ê daxwazên xwe ji rêveberiya nû re ragihînin. Di raporên şandeyên navneteyî yên çûn Îmraliyê de tê gotin ku bi rêya tecrîdê îşkence tê kirin. Em ê bi saya cemaweriyê ji bo daxwazên xwe zextê lê bikin. Ji bo têkbirina tecrîdê em ê hemû rêyên qanûnî biceribînin. Weke OHD’ê dê ev daxwaza me her tim hebe.”