Mexdurên erdhejê yên Semsûrê: Em êdî guhertinê dixwazin 2023-05-24 09:01:47   SEMSÛR - Mexdurên erdhejê yên Semsûrê ku li navenda Semsûrê dimînin bal kişandin ser karesata erdhejê ku alîkariya wan nehatibû kirin û gotin ku êdî ew guherînê dixwazin ji ber vê jî dê hilbijartina 28'ê Gulanê de rayên xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû.    Hilbijartinên Giştî yên 14'ê Gulanê ji ber di tûra yekemîni de namzetên Serokkomariyê bi serneketin wê di 28'ê Gulanê de hilbijartina tûra duyemîn bê kirin. Lê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de herî zêde jî nîqaşên diziya dengan derketin pêş û li gelek bajar û navçeyan dengên Partiya Çepên Kesk ji partiyên wek MHP’ê re hatibûn nivîsandin. Semsûra ku hê jî birînên xwe yên erdhejê nepêça ye xwe ji bo hilbijartina tûra duyemîn a Serokkomariyê re amade dike. Her wiha li Semsûrê jî dizîkirina dengan derketibûn holê, hewl tê dayîn ku vê carê muxalefet li Semsûrê û bajarên din ên erdhejê xwedî li dengan derkeve.     Xelkê Semsûrê ku hê jî ji ber erdhejê bi bertek e diyar dike ku guherîne dixwaze. Şêniyên taxa Karapinar a navenda Semsûrê dan zanîn ku ku di erdhejê de alîkariya wan nehatiye kirin û divê êdî ev desthilat bê guherandin.    'BILA EV DESTHILAT ÊDÎ BIÇE'   Mexdurê erdhejê Yusûf Akgul anî ziman di erdhejê de xaniyê wî xesareke mezin girtiye, ji ber vê jî 3 meh zêdetirin ew di konan de dijîn û got: "Di dema erdhejê de me qet dewlet li cem xwe nedît. Gel alîkariya me kir. 3 meh in em li benda konteyneran in lê tu konteyner li holê tune ne. Gelê me di bin kavilan de man lê 4 rojan tu mudaxile nebû. Gelek xizm û nasên me di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Heke mudaxile zû bihata kirin, ewqas kesan dê jiyana xwe ji dest nedan.”    Akgul destnîşan kir ku ew di hilbijartinên 28'ê Gulanê de guhertinê dixwazin û wiha got: "Em dixwazin êdî ev desthilat biçe. 22 sal in desthilat in êdî bes e. Krîza aborî heye, em nikarinê debara xwe bikin êdî bila desthilat biguhere. Ez bang li gelê Semsûrê dikim ku bila werin em destê xwe bidin hev û vê carê deng bidin Kemal Kiliçdaroglû, heke ne baş bû dîsa em biguherînin.”    'BILA GELÊ SEMSÛRÊ DESTÊ XWE BIDE SER WÎJDANÊ XWE'    Mexdurê erdhejê Xidir Çekîm jî bi lêv kir ku gelê Semsûrê çend rojan di bin kavilan de hatiye hiştin û wiha got: "Divê welatiyên me jî biryara xwe li gor vê yekê bidin bila ji bîr nekin. Em dengê xwe nadin vê desthilatê. 22 sal in desthilat in. Êdî bes e bila ev desthilat were guhertin. Bila gelê me jî destê xwe bide ser wîcdanê xwe û hesabê alîkariya ku nehatiye kirin bipirsin. Banga min ji gel re ev e, dema hûn çûn ser sindoqan 11 bajarên me bînin ber çavên xwe.”    'JI BO PERGALA YEK KESÎ BIGUHERÊ'   Mexdurê erdhejê Mehmet Alî Gurbuz jî anî ziman ku ew dê di hilbijartinên 28'ê Gulanê de dengê xwe bide Kiliçdaroglû û got: "Di erdhejê de xizm û nasên me jiyana xwe ji dest dan. Çend rojan em li derva bûn. Xizm û nasên me di bin kavîlan de bûn ji ber ku mudaxalê nehat kirin li ber çavên me jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku li timên rizgariyê benda fermana Enqerê bûn mudaxalê dereng kirin, her tişt di destê yek kesî de ye. Ji bo ev pergala yek kesî biguherê ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû, bila êdî ev desthilat bê guherandin çend sal bûn. Heke yek her tim bibe desthilat wê edî xirabiyan bike tiştekî baş neke."   'BILA ERDHEJÊ JI BÎR NEKIN...'   Mexdurê erdhejê Muslum Ersonmez jî da zanîn ku di erdhejê de xaniyê wî hilweşiyayê û ew bi zarokên xwe ve di bin kavilan de ma ne. Ersonmez diyar kir ku hevjina wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest da ye û wiha got: "Zarokek min seqet bû, em çend rojan di nexweşxanê de man. Cîranên me em ji bin kavilan derxistin. Lê me dewlet li cem xwe nedît. Em jî ji bo ev desthilat biguherê di hilbijartinan de dengê xwe bidin Kiliçdaroglû, hêviya me jî ew e ku piştî desthilat guherî rewş hinek din baş bibe. Banga min jî li gelê Semsûrê ev e ku bila yek bin erdhejê ji bîr nekin û dengê xwe bidin Kiliçdaroglû."   'EM Ê DENGÊ XWE BIDIN KILIÇDAROGLÛ'   Mexdurê erdhejê Cafer Şahîn jî destnîşan kir ku di tûra duyemîn de dixwaze Kiliçdaroglû bi ser bikeve û got: "Bajarê me 4 rojan di bin kavilan de bû lê me tu kes li derdora xwe nedît. Ji ber wê jî em dixwazin desthilat biguhere."    Mahsûn Coşkun jî diyar kir ku ew welatekî aram û aştî dixwazin û ev tişt anîn ziman: "Ji ber wê jî ez piştgiriya Kemal Kiliçdaroglû dikim. Recep Tayyip Erdogan aramiyê nade civakê berovajî vê yekê zimanekî şer bikar tîne. Ez jî dixwazim guherînek pêk were û aştî û aramî were welatê me.”    MA / Mahmût Altintaş