Rojnamevan Şahînlî: Em ê di rojnamevaniyê de israr bikin 2023-05-24 09:08:17   AMED - Rojnamevan Ceylan Şahînlî ku piştî 7 mehan hat berdan, bal kişand ser îdiayên di dosyeyê de û got ku di dosyeyê de hatiye xwestin ku kar û barên pîşeya wan bên krîmînalîzekirin. Şahînlî got ku çi dibe bila bibe ew ê di rojnamevaniyê de israr bikin.    Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Selman Guzelyuz, Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger ku di 29'ê cotmeha 2022'yan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin, di 16'ê gulanê de di danişîna ewil de hatibûn berdan.    Ji nûçegihanên MA'yê Ceylan Şahînlî ku di danişîna ewil de hat berdan, behsa pêvajoya binçavkirin û binpêkirinên li girtîgehê kir.    10 SAETAN KELEMÇEKIRÎ MANE   Şahînlî anî ziman ku gava hatine binçavkirin ji bo wan 5 kesan 30 wesayîtên polîsan hatine û got: "Çendî 3 wesyaîtên xirxî wesayîta ku ew tê de bûn şopandine jî, nêzî 10 saetan bi awayekî kelemçekirî rê çûne."   LI MIDÛRIYETA POLÎSAN A ENQEREYÊ ÎŞKENCE   Şahînlî bilêv kir ku gava ji bo şopa tiliyan ew birine midûriyeta polîsan îşkence li wan hatiye kirin û wiha got: "5 polîsan li ber kamerayan li hevala me Oznûrê îşkence kirin. Polîsekî pêl pişta hevala me kiribû. Me dîmenên kamerayan xwestin. Ger dîmen bihatana nîşandan wê her tişt derketa holê. Ji dema binçavkirinê heya çûna girtîgehê bi tu awayî em nebirin muayeneyê. Lê di îdianameyê de hatiye nivîsaindin ku 'hatine muayenekirin.' Bêhiqûqîtiyeke wiha hebû."    Şahînlî bilêv kir ku gava di girtîgehê de bûye gelek caran çûye nexweşxaneyê û wiha behsa bêhiqûqiyên di dema çûna nexweşxaneyê de kir: "Çûna nexweşxaneyê wekî îşkenceyê bû. Me bi rîngê dibirin. Bêhna mirov di rîngan de diçikiya û destên me bi saetan kelemçekirî dima. her wiha bijîşk jî muayeneya bi awayekî kelemçekirî ferz dikir. Du caran ji ber vê muayene nebûm." Şahînliyê bibîr xist ku Tirkiye di vî warî de îmzeya xwe daney binî Protokola Stenbolê û got ku ji ber muayeneyea bi awayekî kelemçekirî li Midûriueta Tenduristiyê ya Bajêr giliyê bijîşkan kiriye, lê midûriyetê gotiye 'ger bijîşk bixwaze dikare kelemçeyê veke.'"    'ROJNAMEVANÎ TÊ KRÎMÎNALÎZEKIRIN'   Şahînlî bal kişand ser sûxên di dosyeyê de jî û got ku di dosyeyê de hatiye xwestin ku rojnamevaniya wan bê krîmînalîzekirin. Şahînlî got: "Ji 50-10 lîreyê ku me ji hevalên xwe re şandine û bajarên ku em ji bo nûçeyan çûnê hemûyan pirsîn. Ev pirs jî nîşan didin ku bê rojnamevanî çawa tê krîmînalîzekirin."    Şahînlî destnîşan kir ku ew ê di rojnamevaniyê de israr bikin û ji bo piştevaniya li hemberî çewisandinên li ser çapameniya kurdî bang kir û wiha got: "Tenê ne ji bo me, bila ji bo xwe jî rojnamevaniyê biparêzin."    MA / Mehmet Guleş