Personelê Nexweşxaneya Bismilê dest avêt zarokekî 2023-05-24 09:44:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsê Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê Ahmet Beydagi, li nexweşxaneyê zarokekî 16 salî desteser kir. Beydagi piştî desteserkirinê dest avêt zarok. Piştî ku malbata zarok gilî kir, Beydagi hat binçavkirin, lê paşê hat berdan.    Li navçeya Bismilê ya Amedê, berpirsê Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê Ahmet Beydagi (41), li Beşa Lezgîn a Nexweşxaneyê zarokekî 16 salî desteser kir û dest avêt wî. Zarok, di 19'ê Gulanê de tevî birayê xwe û bavê xwe çûye Beşa Lezgîn a nexweşxaneyê. Beydagi jî bi hinceta "ez ê potikên lefandinê bidim te" ew biriye odeya kincguherandinê ya xebatkaran û li vir demekê zarok ragirtiye.   Beydagi ku dest avêt zarok, piştî ku xizmên zarok li zarok digerin, zarok berdide. Zarok, tiştên hatin serê wî ji bavê xwe re got û tevî malbata xwe di heman rojê de giliyê Beydagi kir.   Piştî ku malbata zarok li Serdozgeriya Komarê ya Bismilê giliyê zarok kir, di nezareta derûnas de li Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) serî li îfadeya zarok hat dayîn.    Piştî gilîkirinê Beydagi di 19'ê Gulanê de hat binçavkirin. Beydagi, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê bi şertê kontrola edlî Beydagi berda.    Hat hînkirin ku Beydagiyê zewicandî û bavê du zarokan, hê jî li ser kar e, lê rêveberiya nexweşxaneyê ji bo çend rojan destûr daye wî.