Piştî hilbijartinê ava gund hate birîn 2023-05-24 10:03:36   BEDLÎS - Ava gundê Şênê yê Xîzanê piştî hilbijartinê hatin birîn. Welatiyan got ku ava gundê wan ji ber encamên hilbijartinê hatine birîn.    Ava gundê Şênê yê navçeya Xîzan a Bedlîsê bi rojaye hatiye birîn. Şêniyên gund ji neçarî diçin ser rûbarê nêzî gund û ava xwe ji wir tînin. Ji bo berdana avê şêniyên gund gelek caran serlêdan kirin lê hêj jî bersivek jê re nehatiye dayîn. Şêniyan got ku tevî serlêdanan jî heta niha pirsgirêka wan nehatiye çareserkirin û dibêjin ji ber encamên hilbijartinê tên cezakirin. Li dibistana gund 80 xwendekar hene û ji ber birîna avê bandoreke neyînî li xwendekaran jî dibe. Bi roja ye dibistan bêav ma ye û li cihekî ne bi hijyen perwerdeyê dibînin.    GELO SEDEMA NEDAYÎNA AVÊ ENCAMÊN HILBIJARTINÊ NE?    Şêniyên gund dixwazin dengê wan were bihîstin. Şêniyên gund destnîşan kirin ku sedema birîna ava wan ew e ku dengê xwe nedane AKP û Tayyîp Erdogan. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de ji bo Kemal Kiliçdaroglû 169 deng û ji bo Erdogan jî 18 deng derketibûn. Her wiha Partiya Çepên Kesk 105, AKP’ê 10 û Partiya Îyî jî 77 deng wergirtibûn.