Parêzera Ergîn Aktaş: Divê muxalefeta civakî xwedî li girtiyên nexweş derkeve 2023-05-24 10:09:20   STENBOL - girtiyê nexweş Ergîn Aktaş tevî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” ya ATK’ê jî nayê berdan. Parêzera Aktaş, Gulîzar Tuncer diyar kir ku pêwîste muxalefeta civakî xwedî li girtiyên nexweş derkeve.    Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) cih digire. Ergîn Aktaş tevî hemû serlêdan û îtîrazan jî nayê berdan. Aktaş di sala 2011’an de hatiye girtin. 2 caran cezayê muebeda giran lê hatiye birîn û niha li Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa R’yê tê ragirtin. Her du destên wî jî tune ne û nikare pêdiviyên xwe rojane dabîn bike.    Di girtîgehê de ji ber şertên xerab nexweşiya tuberkuloz li Aktaş peyda bûye û di heman demê de nexweşiyên wek KOAH û zatûre jî lê peyda bûne. Saziya Tiba Edlî (ATK) heta niha 6 caran rapora “nikare di girtîgehê de bi tena serê xwe bimîne” daye jî lê dîsa jî Aktaş nayê berdan. Berdana Aktaş bi îdiaya “berdana wî ewlehiya civakê dixe talûkeyê” tê astengkirin. Aktaş serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî lê bes encam ji van serlêdan jî derneket.    Parêzera Aktaş, Gulîzar Tuncer têkildarî rewşa miwekîlê xwe axivî.    Gulîzar Tuncer   TEVÎ RAPORÊN ATK’Ê JÎ NAYÊ BERDAN    Tuncer diyar kir ku miwekîlê wê Aktaş di sala 2011’an de hê 18 salî bû bi îdiaya “bombe avêtiye midûriyeta polîsan” hatiye girtin û got: “Her du destên wî jî tune ne. Ew astengdar e. Ji ber vê jî nikare pêdiviyên xwe dabîn bike. ATK ji bo vê yekê 6 caran raporan da. Di çarçoveya van raporan de me 6 caran serî li Dozgeriya Înfazê, 6 caran li dadgeha ku lê tê darizandin û 6 caran jî serî li dadgeha bilindtir da. Me bi giştî 18 caran serlêdan kir. Lê belê hemû serlêdanên me hatin redkirin.”   Aktaş anî ziman ku li gorî xala 16’emîn a Qanûna Înfaza Cezayê di çarçoveya raporên ATK’ê daye de divê hikûmxwar were berdan û wiha got: “Lê belê li gorî fikrayên heman qanûnan lê tê îdiakirin ku berdana hikûmxwar ewlehiya civakê dixe talûkeyê û wî bernadin.”    ‘TU BIMIRÎ JÎ EM TE BERNADIN’    Tuncer anî ziman ku sedema neberdana Aktaş ew e ku dispêrên cezayê muebeda giran ku  lê hatiye birîn û girtiyên ku cezayên muebeda giran li wan hatiye birîn li gorî qanûna derbarê infaza tedbir û cezayê jimara 5275’an girtî heta mirinê dê di hucreya yek kesî de bê ragirtin. Tuncer wiha got: “Ev qanûn piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê, hat derxistin. Dibêjin heta tu bimirî tu yê di hepsê de bimînî û tu nexweş bî jî dibêjin tu yê di hepsê de bimirî. Teqez kirine ku naxwazin derxin derve.”    ‘TOLÊ HILTÎNIN’    Tuncer destnîşan kir ku girtiyên ceza li wan hatiye birîn terkî mirinê tên kirin û wiha axivî: “Rewşa Aktaş li ber çavan e. Ji bilî astengdariya wî, hin nexweşiyên wî jî hene. Nexweşiyên wek KOAH, jana zirav lê peyda bûne. Nikare bi tena serê xwe bijî. Ev nexweşîn wî ber bi mirinê ve dibin. Ji ber nexweşiya jana zirav xwîn diavêje. Lê dîsa jî nayê berdan. ATK her çiqas gotibe bila bê berdan jî lê rapora wan niha kêrî tiştekî nayê. Ji girtiyên wek Aktaş tolê hildidin.”   DMME Û AYM SERLÊDAN RED KIRINE    Tuncer bi bîr xist ku Aktaş bi tenê di hucreyê de tê ragirtin û ji bo bê berdan her çiqas serî li AYM’ê û DMME’yê daye jî lê van dadgehan serlêdanên wan red kiriye û tu ferq di navbera feraseta li Tirkiyeyê û Ewropayê de nemaye.    TÊKOŞÎNA BO GIRTIYAN   Tuncer gazî hemû aliyên muxalîf kir û wiha got: “Girtiyên nexweş bi salane di girtîgehan de ne û hatine jibîrkirin. Heke em behsa têkoşîna civakî bikin, niha ew têkoşîn li girtîgehan e û girtî li ber xwe didin. Pêwîste bi çavekî ku girtî parçeyek têkoşîna civakî ne bê nihêrîn û xwedî li wan bê derketin.”