Li Rihayê derheqê 33 kesan de lêpirsîn hate destpêkirin 2023-05-24 11:38:47   RIHA - Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna hejmar 2911’an”, derheqê 33 nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên tev li pîrozbahiya 1’ê Gulanê bûne lêpirsîn da destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Rihayê 19 jê parêzer bi giştî derheqê 33 kesan de lêpirsîn da destpêkirin. Di 25’ê nîsanê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de rojnameger, siyasetmedar û hiqûqnas jî di nav de bi giştî 190 kes hatibûn binçavkirin û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî ji bo protestokirina pêla binçavkirinê li pêşiya Edliyeya Rihayê daxuyanî da. Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê, Parlamenterê HDP’ê Nûsrettîn Maçîn, nûnerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Şaxa Odeya Bijîşkan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûbûn.    Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna hejmar 2911 a civîn û meşên xwepêşandanan” lêpirsîn da destpêkirin.    Kesên derheqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin wiha ne: “Parêzer Sumeyye Koç, Nahîde Polat Aslan, Muslum Saraçoglû, Mehmet Alî Aslan, Fazîlet Taştan, Ayşe Şehrîban Demîrel, Sevda Çelîk Ozbîngol, Gîzem Dîlara Înal Gulhan, Hîdayet Enmek, Alî Arslan, Mûstafa Gongen, Dîlan Demîr, Serhan Paydaş, Hevserokê ÎHD’a Rihayê parêzer Mûstafa Vefa, Hevserokê HDP’a Rihayê Ahmet Atiş, Hevserokên OHD’a Rihayê Meral Halat û Îbrahîm Halîl Oyke û 3 parêzerên navên wan nehatin zanîn, Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar, Garîp Yeşîl, Parlamenterê HDP’ê yê berê Nûsretîn Maçîn, Hevserokê HDP’a Eyyûbiyeyê Emîn Tutal û Îbrahîm Halîl Alpay, Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Sema Aîşeoglû, Memduh Kizgît, Atîlla Yazar, Endamê MYK’a ÎHD’ê Cemal Babaoglû, Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê Bulut Ezer, Hevserokê Şaxa SES’ê Salih Karataş, Mehmet Sidki Dehşet û Salih Canbeylî.”   DERHEQÊ KESÊN TEV LI 1’Ê GULANÊ BÛN DE LÊPIRSÎN DAN DESTPÊKIRIN    Lêpirsîna din jî derheqê 7 kesên tev li pîrozbahiya 1’ê Gulanê bûn de hate vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi îdiaya “Di navbera gel de kîn û dijminatiyê belav dikin û gel biçûk dixin” derheqê Hevserokê HDP’a Rihayê Ahmet Atiş, Hevserokê Şaxa OHD’a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke, parêzer Bulent Aşa, parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol, Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê Mahmut Bînîcî, rêveberê Şaxa Odeya Bijîşkan a Rihayê Kemal Yuksekkaya û Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Mahmût Çoban de de lêpirsîn da destpêkirin.