Rojnamevan Delal Akyuz hat berdan 2023-05-24 12:00:55 ÎZMÎR - Rojnamevan Delal Akyuz ê bi tawanbariyên dubare hatibû binçavkirin, bi şertê qedexeya derketina derveyî welat hat berdan.    Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Delal Akyuz duh li Îzmîrê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Piştî karûbarên li Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê, vê sibehê Akyuz birin Edliyeya Îzmîrê. Dozger bi şertê berdana kontrola edlî Akyuz sewqî dadgeriyê kir. Dadgeriyê bi şertê qedexeya derketina derveyî welat biryara berdana Akyuz da.    TAWANBARIYA DUBARE    Hat zanîn ku tawanbariya “propaganda rêxistinê” ji Akyuz hatiye kirin û ev tawanbarî berê jî xistine stûyê Akyuz. Akyuz dema xwendekar e di sala 2017’an de ji tawanbariya “propaganda rêxistinê” sal û mehek ceza lê tê birîn. Dozger ji Akyuz pirsên ku di sala 2017’an de bi kê re hevdîtin kiriye û ji kê re peyam şandiye kir. Akyuz ji ber wî cezayê berê lê hatibû birîn 7 meh girtî mabû û bi heman tawanbariya di sala 2019’an de dîsa derbarê wî de doz hatibû vekirin.