Daxwaza rakirina şertê kontrola edlî ya parlamenter Dogan hate redkirin 2023-05-24 12:39:05   AMED - Daxwaza rakirina şertê kontrola edlî ya ji bo Parlamentera Partiya Çepên Kesk Ayşegul Dogan hate redkirin.    Li Koordînatora Bernameyan a ÎMC TV’yê ku di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin Ayşegul Dogan bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hatibû dayîn û ev ceza ji hêla dadgeha îstînafê ve hatibû xerakirin. Piştî xerakirina cezayî, Dogan jinûve hate darizandin. Dogan ku ji ber tevlibûna xebatên Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tê tawanbarkirin, di hilbijartinên 14’ê Gulanê de weke Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê hate hilbijartin. Danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin û Dogan tev li nebû. Parêzerên Dogan, Mehmet Emîn Aktar û Ahmet Ozmen tev li danişînê bûn.    Di danişînê de dadgehê ji parêzeran re got ku heke daxwazeke wan tune be dê dosyayê ji bo mutalaa were amadekirin ji dozgeriyê re bişîne. Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku muwekîla wî di hilbijartinên 14’ê Gulanê de weke parlamenter hatiye hilbijartin û xwest ku têkildarî mijarê ji Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya Şirnexê re muzekkere were nivîsandin.    Dadgehê ev daxwaz qebûl kir û biryar da ku ji Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya Şirnexê re muzekkere were nivîsandin û li gorî bersivê jî derheqê darizandinê de biryarê bide.    Parêzer Ahmet Ozmen jî da zanîn ku ji sala 2017’an heta niha derheqê muwekîla wî de biryara kontrola edlî heye û xwest ku were rakirin.    Dadgehê ev daxwaz red kir û danişîn taloqî 4’ê cotmehê kir.