Nûçe weke ‘banga rêxistinê’ hate qebûlkirin: 15 sal cezayê hefsê hate xwestin 2023-05-24 13:33:22   AMED - Nûçeyên têkildarî daxuyanî, çalakî û xwepêşandanên Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altun tev li bûyî weke “banga rêxistinê” hatin qebûlkirin û 15 sal cezayê hefsê ji bo Altûn hate xwestin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê derheqê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û 14 hevserokên bajaran de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di 23’yê kanûna 2020’an di çarçoveya lêpirsînê de Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altun jî hatibû binçavkirin û girtin. Altûn heta demekî di girtîgehê de ma. Danişîna doza Altûn hate lidarxistin. Altûn, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin û doza wî li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Altûn û parêzerên wî hincet nîşan dan û tev li danişînê nebûn. Dozger jî mutalaa xwe pêşkeşî dadgehê kir.    NÛÇE WEKE ‘BANGA RÊXISTINÊ’ HATIN QEBÛLKIRIN   Dozger, di mutalaaya xwe de îdia kir ku Altûn li ser “banga rêxistinê” tev li çalakî û xwepêşandanên partiya xwe û rêxistinên civaka sivîl bûye û ev îdiaya xwe spart nûçeyên têkildarî daxuyanî, çalakî û xwepêşandanên Altûn tev li bûye. Dozger, nûçeyên têkildarî van çalakî û xwepêşandanan weke “Banga rêxistinê” nirxand û îdia kir ku Altûn “sûcê endamtiya rêxistinê” kiriye.    Dozger, di çarçoveya van îdiayan de xwest ku ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê hefsê li Altûn were birîn.    DANIŞÎN TALOQÎ 12’Ê ÎLONÊ HATE KIRIN   Şandeya dadgehê ji bo Altûn û parêzerên wî li dijî mutalaayê parastina xwe bikin, danişîn taloqî 12’ê îlonê kir.