ÎHD: Daxwaza me ya heqîqet û edaletê bi cih bînin 2023-05-24 14:23:34     EDENE - Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê parêzer Yakup Ataş diyar kir ku windakirina di binçavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye û wiha got: “Divê daxwazên me yên ji bo edalet û heqîqetê bên bicihanîn.”    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê bi boneya “13-31’ê Gulanê Hefteya Windakirinên di Binçavan de ya Navneteweyî” li Parka Înonuyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi rabûrdiyê re hevrû bibin, bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hatibû vekirin û dovîzên “Faîl û windakirî li ku ne?”, “Demborîn ji bo kujeran dixebite” û “Mirovên Şemiyê bi tenê nînin” hatin vekirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê parêzer Yakup Ataş daxuyanî xwend û got ku sûcê windakirina di bin çavan de li Tirkiyeyê ji bo çavtirsandina civakê û bêdengkirina muxalîfan zêde tê kirin û wiha domand: “Windakirina di bin çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Hesta ‘tuneyiyê’ bi xizmên windakiriyan dide jiyîn û di esasê xwe de sûcekî bidomdarî tê kirine. Hêviya Dayikên Şemiyê û xizmên windakiriyan bi demê re vediguhere bêhêvîtiyê û her roj îşkence li wan tê kirin. Tu îktîdareke siyasî nikare sepaneke wiha bidomîne û divê nedomîne.”    ‘PEYMANÊ ÎMZE BIKIN’   Ataş, xwest ku daxwazên wan ên ji bo heqîqet û edaletê bên pêkanîn û wiha pê de çû: “Aqûbeta windakiriyên me eşkere bikin, dawî li polîtîkaya necezakirinê bînin, derheqê dosyayên winda de lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin û faîlan ceza bikin. Tavilê Peymana Navneteweyî ya Têkildarî Parastina Kesan a Beriya Windakirina bi Darê Zorê ya NY’yê îmze bikin û pêk bînin. Ev nêzî 5 sal in we beriya ku bingeheke wê ya hiqûqî hebe Qada Galatasarayê girt û tavilê vê qedexeyê bi dawî bikin û li gorî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn tevbigerin.”    Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari jî da zanîn ku di serdema îktîdara AKP’ê de hemû cureyên îşkence, zext û windakirinan zêde bûne û got ku dê têkoşîna xwe ya li dijî vê bidomînin.