Serokê Şaxa Genel Îş a Mêrdînê û malbata wî hatin binçavkirin 2023-05-24 14:33:01   MÊRDÎN - Serokê Şaxa DÎSK/Genel Îş a Mêrdînê Rahmî Guneş û malbata wî hatin binçavkirin.    Bi ser mala Serokê Şaxa Genel Îş a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ê Mêrdînê Rahmî Guneş û malbata wî de hate girtin. Di serdegirtinê de Rahmî Guneş, hevjîna wî Şukran Guneş, birayê wî Alî Guneş, zarokên Alî Guneş ên bi navên Dilbirîn û Îsmaîl Guneş hatin binçavkirin. Hat zanîn ku Guneş û malbata wî bi îdiaya “alîkarîdayîna rêxistinê” hatine tawanbarkirin.    Kesên hatin binçavkirin birin Qereqola Cendirmeyan a Pinardereyê.    OGUZ HATE BERDAN   Welatiya bi navê Merve Oguz jî îro di danê sibehê de li navçeya Kerboranê hatibû binçavkirin û piştî karûbarên îfadegirtinê hate berdan.    DÊ CIWANAN BIBIN AMEDÊ   Ciwanên bi navên Ramazan, Agît û Heja (xwişk û bira ne), Hêvîdar û Bêrîvan Taş (Xwişk in), Firat Akar û Rojhat Aktaş di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li navçeya Artukluyê hatibûn binçavkirin û hat zanîn ku dê bibin Amedê.