MYK’a Partiya Çepên Kesk û HDP’ê dicivin 2023-05-24 14:33:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ragihand ku endamên wan MYK’ê ji bo geşedanên dawî binirxînin dê bicivin.    Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ragihand ku dê endamên wan ên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) dê rewşa dawî ya piştî îmzekirina protokola di navbera Namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû û Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag de pêk hat de, binirxînin dê bicivin.    Têkildarî civînan her du partiyan jî li ser Twitterê ev peyam belav kirin: “Em wek Desteyên Rêveberiya Navendî yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ji bo em rewşa dawî ya ku derketiye holê binirxînin û em helwesta xwe ji raya giştî re eşkere bikin, em dicivin. Piştî civînê em ê daxuyaniya nivîskî bidin.”