Ji rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedaran bang: Ray bide bila biçe û ev rewşa tarî biqede 2023-05-24 14:50:30 STENBOL - Gelek siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr, hunermend û aktîvîst ji bo hilbijartina serokkomariyê kampanya, “Ray bide bila biçe, ev rewşa tarî biqede! Em ê rê nedin yek zilamî” dan destpêkirin.    Gelek siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr, hunermend û aktîvîst ku di nav wan de Ahmet Turk, Garo Paylan, Arzu Çerkezoglû, Eşber Yaûmûrderelî, Ayşegul Devecîgolû, Riza Turmen, Murathan Mungan û Şebnem Korur Fîncanci hene ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê civînek li dar xistin û ragihandin ku beriya hilbijartina serokkomariyê kampanya, “Ray bide bila biçe, ev rewşa tarî biqede! Em ê rê nedin yek zilamî” dane destpêkirin.    581 KESÎ KAMPANYA ÎMZE KIRIN E    Heta niha 581 kesî kampanyayê îmze kiriye. Kesên ewilî kampanyayê îmze kirine ev in: “Ahmet Turk, Ahmet Umît, Arzû Çerkezoglû, Ayşegul Devecîoglû,  Bînnaz Toprak, Erdogan Aydin, Eşber Yagmûrderelî,  Fîgen Çalikûşû, Gaye Boralioglû, Garo Paylan, Genco Erkal,  Gençay Gursoy, Gurhan Erturk, Huseyîn Mat, Îlhan Tekelî, Julîde Kural, Murathan Mungan, Nesrîn Nas, Oya Baydar, Omer Madra, Riza Turmen, Selçûk Erez, Şebnem Korûr Fîncanci û û Ustun Erguder.”    Kesên kampanyayê îzme kirine bo helwesta xwe ya hilbijartinê eşkere bikin, li hotêlek Taksîma Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û aktîvîst tev li civînê bûn. Li eywana civînê pankarta “Ray bide bila biçe û ev rewşa tarî biqede! Em ê rê nedin yek zilamî” hat daliqandin.    Di civînê de ewilî hunermend Julîde Kûral axivî û destnîşan kir ku ew ê di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin.    Paşê jî gelek beşdar axivîn û rewşa heyî û hilbijartina serokkomariyê nirxandin û destnîşan kirin ku ew ê rê nedin faşîzmê û rejîma yek zilamî û dê ji bo guhertinê têbikoşin.