Îdamên li Îranê li pêşiya avahiya darazê tên protestokirin 2023-05-24 15:18:13   WAN - Malbatên kesên li Îranê cezayên darvekirinê lê hatine birîn, çalakiya xwe veguhest ber avahiya darazê ya li Tehranê.    Malbatên girtiyên ku li Îranê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, çalakiya xwe ya li pêşiya girtîgehê veguhestin pêşiya avahiya daraza navendî ya li Bulwara Kashwarzî ya li paytext Tehranê. Malbat dixwazin ku cezayê mirinê were rakirin û înfaza wan bê sekinandin. Gelek kes jî piştgiriyê didin çalakiya malbatan. Di çalakiya li pêşiya avahiya darazê de dovîza “Îdaman bidin sekinandin” hatin hilgirtin.