Malbata Şenyaşar: Daraza ku hesabê napirse jî sûcdar e 2023-05-24 11:59:43   RIHA - Malbata Şenyaşar a çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Ji bêedaletiya heyî, daraza ku hesabê napirse herî kêm qasî faîlan sûcdar e.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 793’yan de berdewam dike. Dayika Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî beşdarî nobetê bibe.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Edaleta dereng were ne edalet e. Ji bêedaletiya heyî, daraza ku hesabê napirse herî kêm qasî faîlan sûcdar e. Ji bo hawîrdoreke aştiyane divê mekanizmaya edaletê bilez û adilane bixebite. Heta ku edalet were dê têkoşîna me bidome.”