'Em ê bi hev re vê desthilatê bişînin' 2023-05-24 17:30:17   MELETÎ - Hevserokê Giştî yê DBP'ê û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Elihê Keskîn Bayindir ku li Meletiyê serdana welatiyan kir, anî ziman ku hilbijartina 28'ê Gulanê girîng e û got: "Em bi bawer in ku em ê bi hev re vê desthilatê bişînin."    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Elihê Keskîn Bayindir, Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîde Turkoglu û şandeya bi wan re têkildarî tûra 2'yan a hilbijartinên serokkkomariyê ku dê di 28'ê Gulanê de bên kirin, li navçeyên Erxevan û Yazihanê yên Meletiyê serdana esnaf û welatiyan kirin.    Keskîn Bayindir û şandeya li gel wî serdana navçeya Erxevanê kirin û li vir guh li pirsgirêkên esnaf û welatiyan kirin. Şandeyê îşaret bi girîngiya hilbijartinê kir û got ku divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne. Keskîn Bayindir ku di serdanê de axivî bi lêv kir ku hilbijartina serokkomariyê hilbijartineke pir girîng eû ev tişt gotin: "Armanca me, em di tûra yekê de desthilatê bişînin. Nebû, lê me nehişt di tûra yekê de bi ser jî bikevin. Di 28'ê Gulanê de hilbijartineke ku dê pêşeroja me diyar bike heye û em bi bawer in em ê bi hev re vê desthilatê bişînin."   Parlamnetera Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîde Turkoglû û şandeya li gel wê jî serdana navçeya Yazihanê kirin. Şandeyê guh li pirsgirêkên welatriyan kir û ji wan xwest ku di 28'ê Gulanê de biçin ser sindoqan.