ROJEVA 25'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-25 09:00:02       * Koçerên ku ji bo hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn bê kirin, hê neçûne zozanan bang li her kesî kirin bi berpirsiyarî tevbigerin û gotin: "Em bi hêvî ne û em ê bi ser bikevin."   * Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê wiha bang li gel kir: “Werin em di 28’ê Gulanê de bi hemû hêza xwe faşîzmê hilweşînin.”    * Cotkarên ku ji ber polîtîkayên aboriyê yên desthilatê nikarin tevbigerin, îşaret bi hilbijartinên 28'ê Gulanê kirin û gotin: "Heke ew biçin, wê her tişt baş bibe."    * Nûnerên partiyên siyasî ku bang li hilbijêrên ku piştî erdhejê ji Hatayê çûne kirin, gotin: "Ji bo demokrasiyê teqez dengê xwe bi kar bînin."   * Parêzeran diyar kir ku li Tirkiyeyê îşkence veguheriye awayekî rêveberiyê û gotin ku divê kesên îşkenceyê dikin bên darizandin.    * Ji hunermendên NÇM'ê Engîn Cengîz anî ziman ku Dosso Dossî parçeyeke polîtîkayên bişavtinê ye û got ku divê kurd li ber vê rabin.    * Taha Bozdemîr ku piştî 17 saliya xwe hînî kurdî bûye, bala wî çûye ser dengbêjiyê û ji rojê ve daye dû vê keleporê.    * Li Xarpêtê Turabî Engîn ê ku ji ber polîtîkayên di bin navê “ewlehiyê” de hatin birêvebirin neçar maye ku dest ji sewalkariyê berde diyar kir ku ew nikarin hewcedariyên metbexa xwe bicih bînin.     * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 794'emîn de berdewam bike.    * Partiya Çepên Kesk û HDP dê li gelek bajaran ji bo hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn xebatên xwe bidomînin. (11.00-16.00)    * Danişîna doza derbarê rojnamevan Safiye Alagaş de ku hatiye vekirin dê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (11.20)   * Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê têkildarî êrişên li ser Wargeha Mexmûrê dê li avahiya Nûnertiya DBP'ê ya Herêma Egeyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (15.00)