Ji bo hilbijartinê hê neçûne zozanan: Divê her kes dengê xwe bide 2023-05-25 09:00:30   ŞIRNEX - Koçerên ku ji bo hilbijartina serokomariyê ya tûra duyemîn bê kirin, hê neçûne zozanan bang li her kesî kirin bi berpirsiyarî tevbigerin û gotin: "Em bi hêvî ne û em ê bi ser bikevin."   Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de serokkomar nehat bijartin û hilbijartina serokkomariyê ji tûra duyemîn re ma. Hilbijartina tûra duyemîn dê di 28’ê Gulanê de bê kirin û bi milyonan hilbijêr dê tercîha serokkomar bikin.    Li navçeya Hezexa Şirnexê koçerên ku her sal vê çaxê berê xwe didan zozanan lê îsal li benda hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn man e. Jinên koçer dan zanîn ku ji bo ew dengên xwe bidin hê neçûne zozanan. Jinan diyar kir ku ew heman berpirsyariyê ji hemû ciwan û jinan dixwazin ku dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin.    'HEKE EM DEST BIDIN HEV EM Ê BI SER BIKEVIN'   Rihan Denker (70) anî ziman ku hêviya wan heye ku dê desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê biçe û wiha got: "Hêviya me ji vê hilbijartinê heye. Em ê bi ser bikevin. Heta roja dawiyê em ê bang li zarokên xwe bikin, dostên xwe bikin, gelê xwe bikin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Destên xwe bidin hev êdî bes e. Zarokên me girtin, kuştin. Malên me talan kirin, şewitandin, mirovê ku dilê wan şewitî ez ji we rica dikim bes e destê xwe bidin hev û dengê xwe bidin. Ez bang li jinan dikim, li ciwanan dikim biçin ser sindoqan, xwedî li dengê xwe derbikevin. Heke ku em destê xwe bidin hev em ê bi ser bikevin."    'DIVÊ HÊVIYA CIWANAN XURTTIR BE’    Halîm Ete (50) jî ji jinan û ciwanan xwest ku 28'ê Gulanê biçin ser sindoqan dengê xwe bidin û û wiha axivî: "Em ê raya xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû. Em dixwazin ku ew bi ser bikeve. Divê ku jin û ciwan biçin ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derbikevin û xwe nexapînin. Hêviya me xurt e, divê ku tu kes jî bêhêvî nemîne. Dilê me germ e û coşa me zêde ye. Baweriya me heye dê Erdogan biçe. Ji xwe di tûra yekemîn de çû lê bi hîleyan hilbijartin ji tûra duyemîn re hiştin. Dema Erdogan êdî nema ye. Kesê ku deng didin wî bila destê xwe deynin ser wîjdanên xwe. Em îro Erdogan bişînin ev ji me re serkeftin e. Divê ku gelê me bi tevahî rabin ser pêya û bi hev re xwedî li vê hilbijartinê derbikevin. Divê ku her bajarek, her gundek û taxek dengê xwe biparêze. Me gelek zehmetî dîtin, me gelek êş kişandin lê dîsa jî hêviya me xurt e. Heke em wek dayikên ku ewqas êş kişandin e bi hêvî bin, divê ciwan hê zêdetir bi hêvî bin. Divê ku ciwan xwe bi xîret bikin û vîna gelê xwe biparêzin. Bila kes nebêje ku wê bi raya min çi bibe? Her rayak dê dê bibe sedema guhertinê. Ji ber wê divê em dengê xwe bidin. Bila kes xwe nexapîne û dengê xwe nefiroşe.”   'DIVÊ YEK DENGÊ ME JÎ VALA NEÇE'   Fatma Ekinci (65) jî diyar kir ku mafê tu kesî nîne ku xwe bêhêvî bibe û wiha dibêje: "Divê ku gelê me xwe şaş neke. Hêviyên me hene em ê bi ser bikevin. Li ku derê rayeke me hebe divê ku bên wê raya xwe bidin. Divê ku em dengê xwe bidin da ku em ji bin vê zilmê û bindestiyê xelas bibin. Bila tenê dengek me jî vala neçe. Kesê ku xwedî wîjdan e bila raya xwe bide Kiliçdaroglû. Haya me ji dengê me hebe. Bi qeweta xwedê em ê bi ser bikevin. Serkeftin a gelê bindest û mazlûm e. Di tûra yekemîn de em bi ser jî ketin lê dengê me dizîn. Di van 21 salan de me îşkence dît, girtin, zilm û zordestî dîtin. Tişt nema ku me nedît. Ji bo wê jî em ê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Em ê 28'ê Gulanê ji vê hişmendiya desthilatdariyê, ji zilmkar û xiyanetkaran hesab bipirsin. Jin, ciwan, pîr li ku bin divê bên dengê xwe bidin da ku ev zilm xelas bibe."    'EZ Ê BI HEMAN KELECANÊ DENGÊ XWE BIDIM’    Asya Elçîçek (68) jî bi lêv kir ku her dengê ku bê dayîn xwedî girîngiyeke mezin e û got: "Di van 21 salan de me zilma wan dît, zordariya wan dît. Gundê me şewitandin, çiyayên me xera kirin û şewitandin. Zarokên me kurdan nehiştin. Tişt nema ku neanîn serê me. Em ê dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû. Ji bo siberojek bi aram em ê dengê xwe bidin. Em ê bi ser bikevin. Em bi bawerin dê zarokên me yên girtîgehan, li sirgûnê ne vegerin malên xwe. Ev desthilatdar diz e. Ji ber wê têk biçe jî jî qebûl nake. Her kes bila biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Em dixwazin ku ev xwîn bisekine û aramî bê welat. Di 14'ê Gulanê de jî ez li zozanan bûm û çend deqîqe mabû ku hilbijartin biqede, lê ez gihiştim û min dengê xwe da. Ez ê vê carê jî dengê xwe bi heman kelecanê bidim.”    MA / Zeynep Durgut