Di 17 saliya xwe de kurdî hîn bû û da pey dengbêjiyê 2023-05-25 09:00:49 WAN - Taha Bozdemîr ku piştî 17 saliya xwe hînî kurdî bûye, bala wî çûye ser dengbêjiyê û ji wê rojê ve daye dû vê keleporê.    Li navçeya Şaxê ya Wanê Taha Bozdemîr (24), bi kilamên ku ji pîra xwe hîn bûye kelepora dengbêjiyê didomîne. Xwendekarê Beşa Muzîkê yê Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Bozdemîr, di 17 saliya xwe de hînî kurdî bûye. Bozdemîr, piştî ku hînî kurdî bûye daye dû kilamên dengbêjan.    AZADÎ ZIMANÊ ZIKMAKÎ YE    Bozdemîr anî ziman ku wî daye ser rêça pîra xwe ya dengbêj û û got ku piştî 17 saliya xwe dest bi gotina kilamên dengbêjên navdar kiriye. Bozdemîr wiha axivî: "Çîroka min a dengbêjiyê bi pîra min dest pê kir. Pîra min ji xeynî kurdî bi tu zimanî nediaxivî. Kurdiya min jî nebaş bû. Min piştî 17 saliya xwe dest bi kurdî kir. Wekî me serhediyan, me digot 'Ez fêm dikim, lê nikarim biaxivim.' Piştî ez hînî kurdî bûm, ming ot, 'divê wiha bidome.' Min a herî baş di zaimanê xwe yê zikmakî de dît. Kurdî hêja ye û xweyîqudret e. Çîroka min a dengbêjiyê piştî 17 saliyê dest pê kir. Min fêm kir ku rizgarî di zimanê zikmakî de ye."    Bozdemîr destnîşan kir ku divê her kurd ji bo zîndekirina zimanê xwe tevbigere û got: "Kurdistan dîrokeke bêhempa ye. Ji bo hemû parçeyên Kurdistanê kurdî şert e. Li malê, li derdorê ya ku dikeve ser milê me, em zimanê xwe berbelav bikin. Divê em ji zarokatiya xwe de hînî kurdî bibin. Her tişt li ser vî esasî şikil digire."    BANG LI CIWANAN KIR   Bozdemîr anî ziman ku ew minetdar e ji bo kesên dengbêjiyê anîne roja îro û wiha bang li ciwanan kir: "Ciwan, bila bi kurdî baixivin û kilaman guhdar bikin. Zarok gava dest bi axaftinê kirin, divê hînî kurdî bibin. Jixwe li dibistanan hînî tirkî dibin. Bila ji zimanê xwe dûr nekevin."   MA / Zerrîn Sargût