Li Hatayê banga ji bo 'çûna ser sindoqan' 2023-05-25 09:02:06 HATAY - Nûnerên partiyên siyasî ku bang li hilbijêrên ku piştî erdhejê ji Hatayê çûne kirin, gotin: "Ji bo demokrasiyê teqez dengê xwe bi kar bînin."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê li çar aliyên welêt xebatên xwe didomîne. Hevserokê HDP'ê yê Hatayê Kerem Nalbant anî ziman ku di tûra ewil a hilbijartinê de Serokkomarê AKP'î Erdogan sekinandine û bang li hilbijêrên ku piştî erdhejê ji Hatayê çûne kir û got: "Di erdhejê de avahî serobino bûn. Bi hezaran mirovên me mirin. Cenazeyên gelek kesan nehatin dîtin. Lewma xeydana ji vî bajarî, çûna ji vî bajarî, boyqotkirina sindoqan tenê wê bi kêrî vê desthilatê bê. Tu tişt neqediyaye. JI kerema xwe vê fedekariyê, vê biryardariyê di 28'ê Gulanê de nîşan bidin û ji bo guherînê dengê xwe bi kar bînin."    'TEQEZ DENGÊ XWE BI KAR BÎNIN'   Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Hatayê Hasan Nûrlû jî bal kişand ser girîngiya tûra duyemîn a hilbijartinê û got: "Ciwano hûn bi xwe siberoja xwe diyar bikin. Jin bû zext û çewisandineke mezin re rû bi rû ne. Bi taybetî em dixwazin jin dengê xwe bi kar bînin. Divê ev pergal biçe. Ji bo demokrasiyê teqez dengê xwe bi kar bînin."   Hevserokê HDP'ê yê Defneyê Vahîl Çelîk jî destnîşan kir ku ev hilbijartin ji bo xelasiya ji desthilatê şensê dawî ye. Çelîk anî ziman ku ji bo demokrasî, azadî û yekîtiya gel divê her kes di 28'ê Gulanê de bibe yek û got: "Em dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû. Ji be rku rêveberî di destê kesekî tenê de ye, wê demokrasî tune be. Wê mafê me yê axaftinê tune be. Lê divê em ji vê rêveberiya yekzilamî xelas bibin û demokrasiyê pêk bînin."    MA / Mujdat Can