Ji bo tûra duyemîn bang li hilbijêran kirin: Werin em faşîzmê hilweşînin 2023-05-25 09:34:41 WAN - Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê wiha bang li gel kir: “Werin em di 28’ê Gulanê de bi hemû hêza xwe faşîzmê hilweşînin.”    Ji ber ku di hilbijartina serokkomariyê ya 14’ê Gulanê de ji namzetan tu kes jê ji sedî 50+1 wernegirt, hilbijartin bo tûra duyemîn ma. Bi milyonan hilbijêr dê ji bo diyarkirina serokkomar di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan. Partiya Çepên Kesk di meclisê de 3’yemîn partiya mezin e û di hilbijartina serokkomariyê de stratejiya “Faşîzmê paşde bixe” pêk tîne. Partiya Çepên Kesk girîngiya tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ji gel re vedibêje û banga çûna ser sindoqê dike. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ku xebatên xwe yên li herêmên hilbijartinê didomîne, wiha bang li gel kir: “Me faşîzm da sekinandin. Divê em di 28’ê Gulanê de bi hemû hêza xwe vê faşîzmê hilweşînin.”    ‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ REJÎMA YEKZILAMÎ’   Kaçmaz, anî ziman ku Tifaqa Cumhur ji bo îktîdara xwe winda neke bi HUDA PAR û Partiya Yenîden Refahê re şirîkatî kir û wiha got: “Ev partî jî li ser dijminatiya jinan hatine avakirin. Dê têkoşîna me ya li dijî vê tifaqê bidome. Dê têkoşîna me li dijî vê pergalê be. Em ê hem li dijî rejîma yekzilamî û hem jî li dijî zîhniyeta wê têbikoşin. Jinên di nava Partiya Çepên Kesk de cih digirin, dê bibin kirdeya van xebatan.”   ‘EM Ê DI 28’Ê GULANÊ DE FAŞÎZMÊ HILWEŞÎNIN’   Kaçmaz ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê jî ev bang li her kesî kir: “Banga me ew e ku hemû kes biçe ser sindoqê û dengê xwe bide. Em ji serkeftinê biawerin. Faşîzma ku me di 14’ê Gulanê de daye sekinandin dê di 28’ê Gulanê de hilweşînin. Peywir û berpirsyartiyên me yên dîrokî hene. Îro roja xwe xeyîdandinê nîne. Çavê bi hezaran rêhevalên me li girîgehan e. Bi hezaran rêhevalên me sirgun bûne, bi hezaran kes ji ber derbeyên qeyûm, OHAL û KHK’an ji karên xwe bûne. Ji bo van kesan divê em biçin ser wan sindoqan. Ji bo pêşeroja zarokên xwe divê em biçin ser sindoqê. Em di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqê, dengê xwe ji bo guherînê bidin û vê îktîdarê têk bibin.”