Mele Abdurrahman Alkan: Nedayîna cenazeyan zilm e 2023-05-25 12:08:13   AMED - Mele Abdurrahman Alkan (Mela Kino) bertek nîşanî nedayîna cenazeyan da û wiha got: “Destûrnedayîna definkirina cenazeyan zilm e.”    Binpêkirinên li dijî cenazeyên endamên HPG û YJA Starê yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin didomin. Di 2’yê kanûna 2015’an de li Sûr a Amedê qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin û di wê pêvajoyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dabû. Yek ji wan jî Hakan Arslan bû. Hestiyên Arslan, 7 sal piştre di tûrikekî de radestî bavê wî hatibû kirin. Piştî vê bûyerê, cenaze yan bêyî malbatên wan hatin definkirin an jî bi mehan radestî malbatan nehatin kirin. Herî dawî jî endama YJA Starê Hamiyet Yalçinkaya (Leyla Amed) di pevçûneke li Herêma Besta ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da û tevî gelek hewldanên malbatê jî cenaze bi mehan piştre hate dayîn.    RÊZGIRTINA JI BO CENAZEYAN    Endamê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Alimên Olê (DÎAYDER) Mele Abdurrahman Alkan (Mela Kino) têkildarî binpêkirinên li dijî cenazeyan axivî û wiha got: “Ev tiştên tên kirin hem li gorî ola Îslamê û hem jî li gorî feraseta mirovahiyê şaş in.” Mela Kino bal kişand ser wecîbeyên olî yên îslamê û wiha got: “Li gorî Îslamê şûştina cenazeyan, definkirina wan, kefenkirina wan û nimêja cenazeyê ferz e. Lê ev zalim e destûrê nadin ku em ji bo zarokên xwe li gorî baweriya xwe merasîmên definkirinê li dar bixin. Destûrnedayîna definkirina cenazeyên me, zilm e. Ev yek di ola îslamê de tune ye. Di feraseta mirovahiyê de tune ye. Di ola îslamê de laşê kesê jiyana xwe ji dest dide pîroz dibe. Kesên niha di bin navê îslamê de dewletê birêve dibin, ne rêzê ji bo nîjada xwe û ne jî bo nîjadên din nagirin.”    'DIYANET LI GORÎ FERMANAN TEVDIGERE’   Bi domdarî Mele Kino ev tişt anî ziman: “Heke bixwazin li Tirkiyeyê aramî hebe, divê rêzê ji bo hemû miletên din bigirin. Melayên diyanetê ne li gorî gotinên Xwedê lê li gorî tiştên diyanetê gotine tevdigerin. Hedîs, ayetên pîroz ji bo wan xwedî tu wateyekî nînin. Diyanet ji wan re dibêje; ‘hûn dê vî tiştî bixwînin û bibêjin’ û ew jî gotina diyanetê pîroz dibînin û dibêjin. Diyanet ji melayan re dibêje; ‘deriyên mizgeftê li cenazeyên kesên li dijî dewletê bigirin.’ Deriyên mizgeftan li zarokên me yên ji hêla dewletê ve tên qetilkirin, li mirovên me têkoşîna maf, hiqûq û edaletê didin digirin. Diyanetê bawerî û nirx ji bîr kiriye û li gorî kevneşopiyeke faşîst tevdigere.”    'FERASETA ME YA OLÊ LI CEM MAZLUMAN E’   Herî dawî jî Mele Kino wiha got: “Heke diyanet li gorî bawerî û nirxên ji hêla Xwedê ve hatine şandin tevbigeriya û bi gotinên zaliman nekira, dê rêz ji bo cenazeyên her kesî bigirta. Heke ol ji derdê mazluman re nebe derman û li cem wan cih negirtibe, ev tê wê wateyê ku naveroka wê hatiye valakirin û ji rastiyê dûr ketiye. Ji ber ku ol her tim li hemberî Fîrewn û zalimên mîna wî sekinî ye.”