Gel ji Partiya Çepên Kesk û HDP’ê re got: Serî netewînin, em li cem we ne 2023-05-25 15:09:48   MÊRDÎN - Parlamenterên Partiya Çepên Kesên li Nisêbînê û Qoserê serdana xelkê kirin û welatiyan got: “Serî netewînin, em li cem we ne.”    Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) xebatên hilbijartina serokkomariyê ya dê di 28’ê Gulanê de bê kirin, didomînin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Mêrdînê û Amedê li navçeyên Mêrdînê serdana gel kirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrdînê û Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Sevîlay Çelenk li navçeya Nisêbînê serdana dikandaran kirin û belavokên banga çûna ser sindoqan dike belav kirin. Ji gel hat xwestin ku di 28’ê Gulanê de biçin dengdayînê.    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Mêrdînê Bêrîtan Guneş, Kamûran Tanhan û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç li Qoserê serdana gel kirin. Serdan ango hevdîtina gel li Qada Azadiyê hat kirin. Di hevdîtinê de bang li gel hat kirin ku di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin. Di hevdîtinê de welatiyek got, “Em ê rejîma yek zilamî bişînin.” Welatiyek din jî wiha got: “Serî netewînin, netirsin, em ê wî bişînin. Em li cem we ne.”    Şandeyê piştî hevdîtina gel serdana malbatan kirin.