19 kesên ji ber pîrozbahiya Newrozê hatin binçavkirin hatin berdan 2023-05-25 16:11:54   ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê, li 5 bajaran lêpirsîn dabû destpêkirin. 19 kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin, hatin berdan.    Bi hinceta ku li Enqereyê tev li pîrozbahiya Newrozê bûne, lêpirsîn hatibû destpêkirin û li 5 bajaran bi ser malan de hatibû girtin. Di encama serdegirtinên malan de endama Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedriye Irmak jî di nav de bi giştî 19 kes hatibûn binçavkirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê, sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê jî Mehmet Akici, Aykut Bozkuş, Bedriye Irmak, Alî Osman Işik, Muhammed Yasîn Bagcivan, Cahît Gumuş, Ramazan Aggoz, Hurşît Uzum, Samet Aytaç, Kadîr Aytaç, Enka Yildirim, Kara Yûsûf Dogan, Nebahat Gever, Bariş Gozel, Ahmet Gozel, Halîl Gozel, Mehmet Ustundag, Ahmet Bîngol û Muhammet Sîs sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin û bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û kontrola edlî hatin berdan.