Li Êlihê 3 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-05-25 16:25:19   ÊLIH - 3 kesên li Êlihê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin hatin berdan.     Adnan Vûral, Vedat Ozer û Mazlûm Îtmez ên duh di saetên serê sibê de bi serdegirtinên malê hatibûn binçavkirin, piştî kirariyên li Miduriyeta Polîsan a Bajêr sewqî edliyeyê hatin kirin. Hate hînbûn ku her sê kes di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Kongreya Ciwanan a HDP’ê hatiye destpêkirin de hatine binçavkirin û li edliyeyê bi rêya SEGBÎS’ê îfade dane dozgeriyê.     Her 3 kesên ku pişt re sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hatin kirin û bi ser SEGBÎS’ê îfadeyên wan hatin wergirtin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.