'Encam çi be jî dê têkoşîna gelê me bi ser bikeve' 2023-05-25 19:38:39   SEMSÛR - Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê li Semsûrê hevdîtin bi welatiyan û dikandaran re kirin. Parlamenteran destnîşan kirin ku divê ew desthilata heyî bişînin û gotin: "Encam çi be jî, dê têkoşîna gelê me bi ser bikêve."   Partiya Çepên Kesk, xebatên xwe yên ji bo tûra duduyan a hilbijartinên serokkomariyê ku dê di 28'ê Gulanê de bên çêkirin, didomîne. Di çarçoveya xebatan de şandeya ku ji parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê Omer Ocalan, Ferît Şenyaşar û Dilan Kûnt Ayan pêkhatî, serdana Semsûrê kir.    Şande di destpêkê de li oteleke bajêr bi sazî û rêxistinên civakî yên Semsûrê re taştê xwar. Gelek endam û rêveberên saziyên Semsûrê beşdarî civîne bûn. Di civînêd e ya bi saziyan re Dîlan Kunt Ayan axivî. Ayanê bi lêv kir ku partiya wan tenê ne ya hilbijartinan e û got ku ew di 28'ê Gulanê de desthilatê bişînin.   'LI DIJÎ BÊEDALETIYÊ'   Ferît Şenyaşar jî bal kişand ser erdhejê û wiha got: "Ji ber ku berpirsyaran tu tedbîr negirtin erdhej bû feleketek. Ez jî di roja erdhejê hatim Semsûrê, ev çend sal in ez bi dayika xwe li Rihayê di çalakiya nobeda edaletê de me. Niha jî ez li Rihayê bûm parlamenter, lê ez tenê li Rihayê xebatan nameşîninm. Li ku derê bêedaletî hebe ez ê li wir bim. Li Semsûrê hê jî birînên mexdûrên erdhejê nehatine derman kirin. Heya birînên mexdûrên erdhejê neyên dermankirin em ê li ser vê meseleyê bisekinin."    PÊWÎST E GELÊ ME BI DESTHILATÊ BIDE WINDAKIRIN'   Pişt re jî Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan axivî. Ocalan bi lêv kir ku ew weke Partiya Çepên Kesk Rêya 3'yemîn diparêzin û ev tişt gotin: "Niha li Tirkiyeyê bilindkirina faşizmê pêş dikeve li dijî vê yekê em Rêya 3'yemîn in. Ji bo vê tu piştgiriya me li hemberî namzetan tune ye. Lê em dibêjin li dijî yekperestiyê hewce ye em di 28'ê Gulanê de bi Erdogan bidin windakirin. Ev, 22 sal in desthilat in. Ji ber vê pêwîst e gelê me bi vê desthilatê bide windakirin. Encama hilbijartinê çi dibe bila bibe têkoşîna me wê bidomê. Em bang li gelê Semsûrê dikin werin di 28'ê Gulanê de em bi destê hev bigrin û em bi siyaseta faşîzm û qîrkirinê ya Erdogan bidin windakirin. Encam çi be jî wê têkoşîna gelê me bi ser bikêve."     SERDANA ESNAF Û WELATIYAN   Piştî axaftinan parlamenter Omer Ocalan, Ferît Şenyaşar, Dilan Kunt Ayan û şandeya li gel wan li navenda Semsûrê serdana esnaf û welatiyan kirin. Di serdanê de şande guh li pirsgirêkên esnaf û welatiyan kir. Şandeyê diyar kir ku ew ê her tim piştgiriya Semsûrê bikin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên Semsûrê tevbigerin.      HEVDÎTINA BI GEL RE   Piştî serdana esnafan şande li eywana dawetekê ya navenda Semsûrê bi gel re hevdîtin kir. Di eywanê de pankarta ku li ser "Deng bide bila biçe" nivîsandî hat daliqandin. Gelek welatiyên Semsûrê beşdarî hevdîtinê bûn û şande bi coş hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de, ewilî Dîlan Kûnt Ayan axivî. Ayanê bal kişandin ser zextên desthilatê yên li ser jinan û hewldanên wê yên ji bo binpêkirina mafên jinan.   Ferît Şenyaşar jî anî ziman ku ew li dijî bêedaletiyê têdikoşin û parlamaneteriya wî dê bibe dengê hemû kesên rastî bêedaletiyê tên.    Herî dawî jî Omer Ocalan axivî. Ocalan jî diyar kir ku ew tenê ne yê Rihayê ew parlementerên Semsûrê ne jî û ew ê her tim bên Semsûrê û ji bo çareserkirina pirsgirêkên semsûriyan bixebitin.    Ocalan di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku armanca wan têkbirina desthilata heyî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê di 29'ê Gulanê de rûpeleke nû vekin. Ji bo vê jî divê em di 28'ê Gulanê de biçin ser sindoqan û bi Erdogan bidin windakirin. Li vî bajarî erdhejeke mezin çêbû lê tu mudaxile û alîkariya gel nehat kirin. Ji ber vê yekê dê gelê me di 28'ê Gulanê de bersivekê bide. Encam çi dibe bila bibe divê em têkoşîna xwe bilind bikin. Helbet encama 14'ê Gulanê ne li gor dilê me bû, ji ber vê yekê jî divê rexnedayin bê dayin. Tirkiye dikeve sedsala 2'yemîn. Yên siyaseta vê komerê dimeşînin divê pêşiya kurdan vekin û zilma li ser kurdan bidin sekinandin. Bangawaziya me jî ev e ku 28'ê Gulanê bibe pêvajoyeke nû û gelê kurd dixwaze siyaseteke demokratîk pêş bixe. Ji bo vê bila gelê me li partiya xwe û nirxên xwe xwedî derkeve."   Piştî axaftinan hevdîtin bi pirs û bersivan bi dawî bû.