Lêgerîna madenê ya Çiyayê Bezarê xwezayê talan dike û rê li ber nexweşiyan vedike 2023-05-26 09:26:51   SEMSÛR - Şirketa Etî Bakir a Cengîz Holdingê ya li Çiyayê Bêzarê ya Semsûrê bi lêgerîna madena zêran xwezaya herêmê talan dike û lêgerîna madenê ya bi siyanurê rê li ber nexweşiyan vedike.    Şîrketa Etî Bakir a Cengîz Holdîngê ku di sala 2012'an de li Semsûrê xebatên xwe dan destpêkirin, nêzî 8 sal in li Çiyayê Bêzarê ku di navbera navçeya Çêlikan û Semsûrê dimînê lêgerîna madenên zêran dike. Bi lêgerîna madenan re Etî Bakirê tesîsen xwe li çiya ava kirin û her derê çiya hatiye qulkirin. Şîrketa Etî Bakir a li Çiyayê Bêzarê lêgerîna madena zêran dike, xwezaya gundên Bukan û Qarikan ên nêzî Çiyayê Bêzarê ne jî talan dike. Giyayên derdora çiya tevî demsala biharê ye jî hişk bûne.    Çiyayê Bêzarê ku cih û warê pezkoviyên Semsûrê bû, bi lêgerîna madenan re pezkovî jî ji cih û warê xwe dûr ketin. Her wiha li ser rêya navçeya Çêlikan ku herêma gundên Şexbor, Şenikan, Qarikan û Bûkan e bi çêkirina bendav û lêgerîna madenên zêran xwezaya gundan jî tê texrîbkirin. Xwezaya Semsûra ku nîviyê bajêr di erdhejê de hilweşiya jî bi bendav, lêgerîna madenan tê hilweşandin û talankirin.     XETEREYA SIYANURÊ   Li Çiyayê Bêzarê ku ji ber lêgerîna madena zêran siyanur hatiye rijandin, zerareke mezin dide xwezayê û di pêşerojê de ji bo jiyana mirovên li herêmê dijîn xetereyan derdixe. Sîyanur dikeve nava av û axê û demekê dirêj li xwezayê winda nabe. Ji ber ku tev li ax û avê dibe bi rê ya avê dikeve bedana mirovan û nexweşiyan derdixê. Sîyanur dibe sedema mirinê û gelek nexweşiyên cur bi cur. Çiyayê Bezarê ku tevahî di nav sîyanurê de ma ye xetereyên jiyana mirovên li herême bi awayekî zelal dide xuyandin.    LI BEZARÊ ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATIBÛN BIKARANÎN   Di 16'ê gulana sala 1994'an de li Çiyayê Bêzarê ya navbera navçeya Çêlikan û Semsûrê 6 jê gerîlayên PKK'ê 28 ciwan bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin.  Lêşkeran cenazeyê ciwanan ji bergîran ve girêdan û birin cem malbatên wan û 17 cenazê jî li navenda Semsûrê avetin kortike. li ser korta li goristana Karapinarê navên 28 ciwanan hatin nivîsandin û her sal 28 ciwan bi qurefîlan tên bi bîr anîn. Çiyayê Bezarê ku 29 sal berê bi çekên kîmyewî hat gulebarankirin niha jî bi lêgerîna madenan tê talankirin.    Welatiyê bi navê Yûsiv Çitrik ku li gundê Qarikan a navbera navenda Semsûrê û navçeya Çêlikan nêzî çiyayê Bezarê dimîne tekildarî lêgerîna madena zeran a Etî bakir a holdînga Cengîz ji ajansa me re axivî û xetereyên lêgerîna madenê û bandora we ya xwezaya herême vegot.   'XWEZAYA HERÊME TÊ TALANKIRIN'   Çitrik diyar kir ku şîrketa Etî Bakirê bi kontrola desthilatê ve li çiyayê Bezarê madena zeran digerê û wiha got: "Bi lêgerîna madena zeran ve xwezaya me talan dikin. Li vir bi hezaran pezkovî û ajalên cur bi cur dijîn lê niha tu ajal li vir neman. Her wiha li herêmê giya niha ve hişk dibin ev yek ji bo pêşerojê wê xetereyên çawa li herême derkevin dide xuyandin. Em niha dibînin ev lêgerîna madenê zerareke çawa dide xwezayê, herî zêde jî bandor li ser gundê Bukan û Qarikan dike."   BANG LI EKOLOJÎSTAN   Çitrik bi domdarî destnîşan kir ku li herêma wan komkujiya xwezayî tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di bin çiya de 500 metro tunel hatine vekirin her derê çiya hatiye qul kirin. Kîmyaya xwezayê xira kirin. Li vir tenê şîrketek kar dike ji bo karkirina şîrketike xwezaya me tê talankirin. Bi vê yekê dixwazin herême bê mirov bihêlin. Di pêşerojê de hê zedetir wê bandor li xwezaya herême bike. Daxwaza me ev ê ku xwezaya me bê parastin. Banga me li hemû ekolojîst û demokratan ev ê ku li dijî vê yekê derkevin û pêşî li qîrkirina xwezaya bigrin. Em vê yekê naxwazin û qebûl nakin. Çend sal berê li vir tunel hilweşiya û karkerekî jiyana xwe ji dest da."   MA / Mahmût Altintaş