Li Dêrsimê ji 2 welatiyên ku çûne berhevkirina karokan agahî nayê girtin 2023-05-26 10:57:45   DÊRSIM - Hat zanîn ku du kesên duh li Dêrsimê çûne berhevkirina karokan agahî ji wan nayê girtin.    Li navçeya Pilemûriye ya Dêrsimê duh welatiyê bi navê Huseyîn Gunduz û Muslum Gunduz çûne çolê ku karokan berhev bikin. Hat ragihandin ji duh ve agahî ji her welatiyan nayê girtin. Malbatan piştî agahî negirtin navê her du xizmên xwe ji Navenda Banga Lezgîn re ragihandin. Paşê tîmên AFAD, leşker, tenduristî û Komeleya Rizgarkirinê Lêgerînê ya Mûnzûrê çûn herêma ku welat lê karokan berhev dikin. Ji bo dîtina her du welatiyan xebat didome.