Tedawiya girtiyê nexweş Adiguzel tê astengkirin 2023-05-26 11:09:31   STENBOL - Kekê girtiyê nexweş Hakan Adiguzel ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin, Saîm Adiguzel da zanîn ku birayê wî ji ber mercên girtîgehê pirsgirêkên tenduristiyê dijî û nayê tedawîkirin.    Di sala 1999’an de li semta Samandira ya navçeya Sancaktepe ya Stenbolê li dijî qehwexaneyekê bi molotofan çalakî hatibû kirin û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest dabû. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê têkildarî bûyerê lêpirsîn dabû destpêkirin û 51 kes hatibûn binçavkirin. Di çarçoveya dosyayê de endamê Baskê Ciwanan ê Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) Hakan Adiguzel û kekê wî Saîm Adiguzel li mala xwe ya li Taxa Gultepe ya li Şîşliyê hatibûn binçavkirin.    Ji kesên hatin binçavkirin 49 jê li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê hatin berdan. Birayên Adiguzel jî 8 rojan di bin çavan de hatin ragirtin, polîsan çavên wan girtin, 3 rojan birin daristanê û îşkence lê kirin. Piştre jî kekê Adiguzel li emniyetê hate berdan. Hakan Adiguzel jî li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ve hate darizandin û bi îdiaya “Yekitî û yekparetiya dewletê xera dike” hate girtin û şandina Girtîgeha Umraniyeyê. Di encama darizandinê de cezayê darvekirinê lê hate birîn. Piştî ku cezayê îdamê di 14’ê tîrmeha 2004’an de hate rakirin, cezayê Adiguzel veguherandin “Cezayê muebbeta giran.” Adiguzel, li gorî rêzê li girtîgehên Umraniye, Tekîrdag, Kirklarelî, Erzirom û Edîrneyê ma û niha jî li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin.    Kekê Adiguzel, Saîm Adiguzel qala pêvajoya girtina birayê xwe û nexweşiyên wî û binpêkirinan kir.    POLÎSAN FAÎL AFIRANDIN   Adiguzel bal kişand ser pêvajoya binçavkirinê û wiha got: “Em her du bi hev re hatin binçavkirin. Polîs di nîva şevê de hatin nezaretxaneyê û em birin daristanekê. Bi saetan îşkence li me kirin. Dema em li daristanê dihatin îşkencekirin, me jê re got; ‘hûn ji me çi dixwazin.’ Polîsan jî got; ‘Dewlet ji me faîlan dixwaze. Me jî hûn dîtin. Em ê yek ji we berdin. Êdî bûyer li ser ji wê kê bimîne.’ Di dawiya roja 8’an de ez li qereqolê hatim berdan. Hakan sewqî dadgehê kirin û girtin. Piştre jî pêvajoya darizandinê dest pê kir. Dema diçûm serdana birayê xwe rastî zexta psîkolojîk dihatim. Pêvajoya darizandinê 13 salan dom kir. Her wiha ofîsa parêzerên birayê min hate gulebarankirin. Du parêzerên li ofîsê ji lingên xwe birîndar bûn. Lê tevî vê yekê jî parêzeran dev ji dozê bernedan. Ji parêzeran yekî jê di sala 6’an de li mala xwe întîhar kir.”   13 SALAN GIRTÎ HATE DARIZANDIN   Adiguzel, got ku birayê wî 13 salan bi awayekî girtî hate darizandin û wiha pê de çû: “Ev yek binpêkirina Destûra Bingehîn e. Heke nekarin di nava 13 salan de cezayekî bidin kesekî, ev tê wê wateyê ku ev kes bêsûc e. Destûra Bingehîn wisa dibêje. Lê tevî vê yekê jî ev ceza dan wî. DGM, dadgehên nerewa yên demê bûn. Me ji îtîrazên xwe encamek bi dest nexist.”    NAYÊ TEDAWÎKIRIN   Adiguzel bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û axaftina xwe wiha qedand: “Nahêlin birayê min derkeve cihê hewadariyê. Di hucreya birayê min de gardiyan her tim lêgerînê dikin. Tiştên em jê re dişînin jî her tim paşve tên şandin. Ji ber şert û mercên giran ên girtîgehê, birayê min bi gelek nexweşiyan ketiye. Birayê min bi nexweşiyên weke fitqa piştê, parkînson û çav ketiye. Lê nayê tedawîkirin. Me gelek caran serî li Wezareta Dadê da lê encamek jê derneket. Her wiha me serî li Saziya Tipa Edlî (ATK), Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) da lê encamekî erênî jê derneket.”