Çar ciwanên ji Mêrdînê di encama jehrîbûnê de mirin 2023-05-26 13:23:11   STENBOL - Çar ciwanên ji Mêrdînê ku li Stenbolê di firinê de dixebitin, ji ber jehrîbûna karbonmonoksît jiyana xwe ji dest dan.    Hat îdiakirin ku 4 ciwanên ji Mêrdînê ku li Stenbolê di firinê de dixebitin, ji ber jehrîbûna karbonmonoksîtê jiyana xwe ji dest dane. Bûyer duh li firineka Stenbolê qewimî. Hat zanîn ku Mehmet Erboga, Beşîr Erboga, Mehmet Erboga û Abdulkadîr Erboga yên ji taxa Qibalê ya Mêrdînê ku li qata jorê ya firinê raketine û şewat derketiye. Serê sibehê hat ferqkirin ku her çar welatî jî di nava cihên xwe de ne û li ser vê yekê gazî polîs û tîmên tenduristiyê hat kirin.    Di lêkolîna ewil de hat diyarkirin ku her çar welatiyên xizmên hev ji dûmanê jehrî bûne û cenazeyê wan ji bo karûbarên otopsiyê rakirine morga nexweşxaneyê.    Hat zanîn ku dê cenazeyê her çar ciwanan jî bibin Mêrdînê.