4 kesên di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin 2023-05-26 16:52:35   MÊRDÎN - Çar ciwanên ku li Stenbolê di firina aydê malbata wan de dixebitîn, di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê yek jê zarok her çar ciwanan li Mêrdînê hatin veşartin.    Hat îdiakirin ku 4 ciwanên ji Mêrdînê ku li Stenbolê di firinê de dixebitîn, di şewata ji ber teqîna gazê pêk hatî de ji jehrîbûna karbonmonoksîtê jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyê yek jê zarok her çar ciwanan piştî kirariyên otopsiyê bi balafirê anîn Mêrdînê. Cenazeyên Mehmet Erboga (15), Mehmet Beşîr Erboga (18), Mehmet Erboga (24) û Abdulkadîr Erboga (20) yên ji aliyê malbatên wan ve ji Balafirgeha Mêrdînê hatin wergirtin li birin Taxa Qibalê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê. Di merasîma cenazeyan a sedan kes tev li bûn de wecîbeyên olî yên ciwanên jiyana xwe ji dest dan li vir hatin kirin. Pişt re cenaze li Goristana Malbatê ya Erboga ya li taxa Qibalê hatin veşartin.