Derheqê xwediyê îmtiyazê yê ajansa me Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin 2023-05-26 16:53:06   STENBOL - Bi sedema nûçeyên parve kirine, derheqê Xwediyê Îmtiyazê yê ajansa me rojnameger Ferhat Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin. Çelîk, di çarçoveya lêpirsînê deli midûriyeta emniyetê îfade da.    Serdozgeriya Komarê ya Rîzeyê derheqê Xwediyê Îmtiyazê yê ajansa me rojnameger Ferhat Çelîk de lêpirsîn dabû destpêkirin û ji bo îfadeyê bang lê kir. Çelîk, di saetên serê sibehê de çû Midûriyeta Emniyetê ya Şîşliyê. Çelîk, ji ber nûçeyên ajansa me yên têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û nûçeyên li ser medyaya dijîtal retweet kirin hate tawanbarkirin.    Çelîk ji ber nûçeya “Têkoşîneke bênavber a demokrasî, aştî û çareseriyê dest pê kir: Referans Ocalan e” a di 23’yê sibata 2018’an di Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê (Bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin) de hatibû weşandin, hevpeyvîna ajansa me ya bi Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan re kiribû, hevdîtinên telefonê yên bi hevalên xwe yên rojnameger re kirin, parvekirinên têkildarî rojnamegerên kurd ên li Amedê hatin binçavkirin û girtin û pereyê kirê yê ji bo xwediyê mala lê dimîne şandin hate tawanbarkirin.    Çelîk, piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Rîzeyê hate berdan.