Binçavkiriyên li Îzmîr, Manîsa, Antalya û Mêrsînê hatin berdan 2023-05-26 17:00:14   ÎZMÎR / MANÎSA - 31 welatiyên li Îzmîr, Manîsa, Mêrsîn û Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Welatiyên li Îzmîr û Manîsayê di sibeya 24’ê Gulanê de hatibûn binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hatin berdan. Şakîr Yîgît Ozdemîr, Şîlan Oral, Îbrahîm Bagtûr û Orhan Înan ên li Îzmîrê di çarçoveya îfadeya şahidê vekirî de bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” hatibûn binçavkirin, piştî kirariyên wan ên li miduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Îzmîrê hatin kirin. Her 4 welatiyên ku piştî îfadeya dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê hatin kirin, ji aliyê dadgehê ve bi qedexeya derketina derveyî welat û şertê kontrola edlî hatin berdan.    BINÇAVKIRIYÊN LI MANÎSAYÊ HATIN BERDAN   Rêvebera Sarûhanliyê ya Partiya Çepên Kesk Gulsum Tozan, namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Manîsayê Ayşe Karagoz û keça Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Manîsayê Hasret Çetîn, Kardelen Çetîn ên di heman rojê de li Manîsayê bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hatin sûcdarkirin sewqî Edliyeya Manîsayê hatin kirin. Welatiyên ku dozger bi berdana daxwaza şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Her wiha stranbêj Mûrat Elmastaş ê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Manîsayê de li Îzmîrê hat binçavkirin birin Manîsayê. Elmastaş ê piştî îfadeya dozgeriyê bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hate kirin, hate berdan.    Li Mêrsîn û Antalyayê jî di serdegirtinên malan ên 23’yê Gulanê de bi îdiaya endamên “Zarokên Agir in” 23 kes hatibûn binçavkirin. 23 kesên hatibûn binçavkirin piştî kirariyên Fermandariya Cendermeyan a Mêrsînê sewqî Dadgeha Mêrsînê hatin kirin. 23 kesên piştî kirariyên îfadeyê yên dozgeriyê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê hatin kirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.