ROJEVA 27'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-27 09:00:37       * Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî ji bo hilbijartina serokkomariyê ya sibê were kirin banga ser çûna sindoqan kir û got: “Heke em Erdogan bi rayên xwe mehkûm bikin, wê ev bibe destpêkek.”    * Parêzer Ercan Yilmaz diyar kir ku astengiya herî mezin a li ber neberdana girtiyên nexweş ATK ye û got ku divê partiyên muxalefetê jî ji bo girtiyên nexweş bi wêrekî tevbigerin.    * Xelkê Wanê diyar kir ku di desthilata AKP'ê de tu edalet nemaye û ji bo 28'ê Gulanê bang kirin û gotin: "Em vê pergalê biguherînin."    * Hevserokê HDP'ê yê Semsûrê Bekîr Gurbuz bi lêv kir ku ji bo têkbirina desthilata yekperest hilbijartinên 28'ê Gulanê pir girîng in û bang li gel kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe li dijî desthilata yekperest bi kar bînin.     * Girtî Ferît Ak ku di Girtîgeha Sîncanê ya Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê de ye, dixwaze sewqî girtîgeheke nêzî malbata xwe bê kirin. Lê 4 sal in daxwaza Ak nayê bersivandin.    * Siyasetzan Atîlla Guney diyar kir ku hilbijêrên zanebûna wan a siyasî herî zêde û xwedî helwestekî polîtîk hilbijêrên kurd in û wiha got: “Divê tevlibûneke xurt hebe û bi îradeyeke mezin em biçin ser sindoqan.”    * Dayika Gulê ya kurdan ku di 30 salên dawî yên temenê xwe de li ber xwe da, dema jiyana xwe ji dest da wesyeta wê ya dawî bû têkoşîn.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 796’an de berdewam bike.    * Bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û siyasetmedar Ahmet Turk dê bi rêveberên komeleyên herêmî û ruspiyan re li Amedê civînek bê lidarxistin. (10.00-12.00) ZINDÎ   * Malbatên Windakiriyan dê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li Amed û Êlihê li dar bixin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê, dê çalakiya xwe ya ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin di hefteya 948’emîn de berdewam bike. (12.00)   * Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber Sumerbanka Kevin a Konakê dê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê 583’yemîn çalakiya “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixin dê li ber avahiya komeleyê pêk bîne. (13.30)   * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 455’emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî bide. (13.30)