4 sal in daxwaza wî ya ji bo sewqkirinê nehatiye bersivandin 2023-05-27 09:01:37   ENQERE - Girtî Ferît Ak ku di Girtîgeha Sîncanê ya Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê de ye, dixwaze sewqî girtîgeheke nêzî malbata xwe bê kirin. Lê 4 sal in daxwaza Ak nayê bersivandin.    Ferît Ak 4 sal berê li Pirsûsa Rihayê hat girtin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û nîv ceza lê hat birîn û ew bavê çar zarokan e. Ak di Girtîgeha Sîncanê ya Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê de ye. Ak dixwaze sewqî girtîgeheke Rihayê yan jî bajareke nêzî Rihayê bê kirin. Lê 4 sal in daxwaza Ak nayê bersivandin. Ak diyar kir ku tu sazî û rayedar nemane ku serî li wan nedaye û bi hinceta "kapasîte tije ye" nayê sewqkirin. Ak anî ziman ku hem di warê aborî de zehmetiyê dikişîne hem jî malbata wî gava tê cem wî bi xetereya qezayê re rû bi rû dimîne.    Ak da zanîn ku hem di warê ruhî hem jî di warê aborî de êdî taqet di wî de nemaye. Ak bang li raya giştî kir ku di vî warî de hesas tevbigere û xwest sewqî Rihayê yan jî Mereş, Dîlok, Edene û Osmaniyeyê bê kirin.     MA / Sedat Yilmaz