Ji waniyan banga ji bo dengdanê: Em vê pergala sosret biguherînin 2023-05-27 09:05:03   WAN - Waniyan diyar kir ku di desthilata AKP'ê de tu edalet nemaye û ji bo 28'ê Gulanê bang kirin û gotin: "Em vê pergalê biguherînin."    Rojek ji tûra 2'yan a hilbijartinên serokkomariyê re ma. Bi milyonan dengdêr dê sibê biçin ser sindoqê û serokkomar diyar bikin. Welatiyên ku li Wanê tevlî hevdîtina gel a Partiya Çepên Kesk bûn, bang kirin ku her kes dengê xw ebi kar bîne û xwedî li sindoqan derkeve û gotin: "Em vê pergala sosret biguherînin."    'EM VÊ PERGALA FAŞÎZAN BIRÛXÎNIN'   Abdulkerîm Yildirim Çakar bang kir ku her kes biçe ser sindoqê û vê pergalê biguherîne û got: "Em vê pergala faşîst û faşîzan ji ser vîna xwe rakin. Êdî em azad bibin û ji vê zilmê xelas bibin. Sedema krîzên li welat hikûmeta heyî ye. Divê her kes divê mil bi mil vê pergala faşîst birûxîne. Em xwedî li dengê xwe, sindoqa xwe û hebûna xwe derkevin. Em ê bi ser bikevin."    Abdûrrahman Balbal jî bal kişand ser girîngiya dengan û got: "Bi dengdanê ev zalim dê dest ji rêveberiyê berdin. Gelê kurd divê dengê xwe bi kar bîne. Divê ev pergal bi dengên me biguhere. Em baş dizain bê hilbijartina ewil çawa bi dest xistin. Li cem van ne edalet ne ne exlaq ne jî tirsa xwedê heye. Xwedêgiravî xwe wekî dîndar nîşan didin, lê tu eleqeya wan bi dîn re tune ye. Dînê ku ew behs dikin ne dînê îslamê ye. Em ji her kesî rica dikin ku biçin ser sindoqê."    ‘DIVÊ EV PERGALA SOSRET BIGUHERE'   Seyfettîn Ozsoy jî bal kişand ser encamên 14'ê Gulanê û got: "Hêviya me neqediyaye, em ê bi ser bikevin û wê Kiliçdaroglû bibe serokkomar. Ji bo ev pergala sosret biguhere çi ji destê me bê em ê bikin. Ev pergal tenê dikare bi pergaleke demokratîk bê guherandin. Banga min ji bo gelê me ev e; di hilbijartina ewil de çawa em çûn me rengê xwe diyar kir, em di tûra duduyan jî jî em biçin dengê xwe xurttir nîşan bidin. Ger em her kesî qaneh bikin  biçin ser sindoqan em ê bi ser bikevin."    ‘LI DIJÎ ZILMÊ BIÇE SER SINDOQÊ'   Şefîka Dînç jî anî ziman ku ew ê dengê xwe idin demokrasiyê û got: "Zilmeke mezin heye. Û em mecbûr in ji bo bidawîkirina vê zilmê biçin ser sindoqê. Divê her kes şeref û wijdana xwe bi xwe re bibe û biçe ser sindoqê."    Mehmet Nesîm Akin jî anî ziman ku ew li dijî zilmê têdikoşin û got: "Dê têkoşîna me ya li dijî yekzilamiyê bidome. Em dixwazin vê pergala dîktator ji holê rakin. Lewma divê her kes biçe dengê xwe bi kar bîne û sindoqan biparêze. Diziyeke mezin dikin û divê em pêşî li ber vê bigirin."    ‘DIVÊ HER KES BIÇE SER SINDOQÊ'   Hasan Kaçar jî ev tişt gotin: "Erdogan tevahiya budçeyê ji bo xwe û yên li cem xwe vediqetîne. Ji ber vê welat ketiye vî halî. Gelê kurd û gelê tirk birçî man. Mirov êdî nikarin debara xwe bikin. A ji destê me tê jî em biçin ser sindoqê û em dengê xwe bidin namzetê rast. Hindik be jî belkî bi vî awayî bêhna welat derkeve."