Siyasetzan Guney: Divê em bi îradeyeke xurt biçin ser sindoqan 2023-05-27 09:33:20   MÊRSÎN  - Siyasetzan Atîlla Guney diyar kir ku hilbijêrên zanebûna wan a siyasî herî zêde û xwedî helwestekî polîtîk hilbijêrên kurd in û wiha got: “Divê tevlibûneke xurt hebe û bi îradeyeke mezin em biçin ser sindoqan.”    Di hilbijartinên 14’ê Gulanê yên serokkomarî û parlamenteriyê de bi milyonan kes li Kurdistan û Tirkiyeyê çûn ser sindoqan. Di tûra yekemîn a hilbijartinê de ji namzetan tu kes jê bi ser neket û tûra duyemîn jî sibe tê lidarxistin. Bi milyonan hilbijêr sibe dîsa diçin ser sindoqê û dê dengên xwe bidin namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû û yê Tifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan.    Siyasetzan Atîlla Guney têkildarî encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê û hilbijartina sibe axivî.    ‘TIFAQÊN LI SER BAZARIYAN HATIN AVAKIRIN’   Guney, got ku dema li encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê dinihêre, dibîne ku siyaseta tifaqan gelek biwate û stratejiyeke rast nîne û wiha domand: “Girseyên xwedî îdeolojiyên cuda di bin heman sîwaneyê de tên ba hev û encamek ji vê derneket. Jixwe girseyên Tifaqa Milet ji hev cuda ne û vê yekê bandor li ser encamên hilbijartinê jî kir. Me dît ku hilbijêrên Partiya Îyî di hilbijartina parlamenteriyê de dan partiya xwe û di ya serokkomariyê de jî nedan Kiliçdaroglû. Ji her 10 hilbijêrên Partiya Îyî 4’an jê dengê xwe daye Sînan Ogan. Em dibînin ku Tifaqa Milet ji bilî bazariyan tu tiştekî jê çênebûye. Min di serî de gotibû ku ev partî dê li gorî tifaqê tevnegerin û wisa jî bû.”    ‘JI SEDÎ 60’Ê PARTIYAN NÎJADPERESTIN’    Bi domdarî Guney ev tişt anî ziman: “Ji 26 partiyên di pusulaya dengan de 20 jê xwedî zîhniyeteke nîjadperest, neteweperest û faşîst in. Di nava her du tifaqan de jî dengên neteweperestan pir zêde ne. Mixabin ji sedî 60’ê hilbijêran bi zîhniyeta nîjadperest û neteweperest tevdigerin. Dijbertî û gotinên nefretê yên di demên dawî de li dijî penaberan tên kirin, nîşaneya vê ne. Ewqas pirsgirêkên aborî û civakî hene lê namzet propagandaya xwe li ser dijbertiya penaberan dikin. Ev tiştekî tirsnak e. Di tûra duyemîn de bazariyeke pir qirêjtir û derexlaqîtir tê kirin. Ne diyare bê ka dê Partiya Zaferê dengê xwe bide CHP’ê yan ne lê bi dijbertiya penaberan dilê hilbijêrên Tifaqa Ked û Azadiyê dihêlin.”    ‘MIJAR NE MIJARA DENGDAYÎNA ŞEXSEKÎ YE’   Di berdewamê de Guney bal kişand ser mijara boykotê ku di demên dawî de tê nîqaşkirin û wiha pê de çû: “Divê were zanîn ku tu dengê xwe nadî şexsekî, mijar mijara guherandina rejîmê ye. Em ê biryar bidin bê ka dê vê rejîma otorîter biguherînin an na. Li gorî min piraniya hilbijêrên Partiya Çepên Kesk û derdorên çep sosyalîst dê dîsa dengê xwe bidin Kiliçdaroglû. ”    ‘STRATEJIYA WAN RAST BÛ’   Guney, da zanîn ku Partiya Çepên Kesk li gorî hilbijartinên 2018’an pir zêde deng winda kiriye û ev nirxandin kir: “Di vê hilbijartinê de derbê herî giran li Partiya Çepên Kesk ket. Gelek sedemên vê yên civakî hene. Lê li gorî min stratejiya wan a hilbijartinê gelek rast bû. Tê nîqaşkirin; heke bi namzetê xwe ketibûna hilbijartinê dê ewqas deng winda bikirana yan na. Li gorî min dernexistina namzet, stratejiyeke rast bû. Heke bi namzetê xwe ketibûya hilbijartinê, îxtîmaleke mezin dê Erdogan bihata hilbijartin. Wê demê dê derdorên çep demokrat ên Tirkiyeyê hilbijêrên kurd tawanbar bikirana û bi gotina; ‘hûn vê rejîmê li ser pêyan digirin.’ Lewma stratejiya Partiya Çepên Kesk rast bû. Hilbijêrên kurd guh nedan bazariyan, li ser mijara guherandina rejîmê sekinîn û tifaqeke civakî çêkirin. Hilbijêrên kurd ne li gorî fermanan lê li gorî refleks û zanebûneke siyasî tevdigere. Lewma biryarên wiha dide. Li Tirkiyeyê hilbijêrên zanebûna wan a siyasî herî baş û li gorî saîkên polîtîk tevdigere, hilbijêrên kurd in. Tevî ewqas xeletiyan jî li gorî min dê dîsa biçin ser sindoqan. Hinek hesabên trol û sexte bangên boykotê dikin lê li gorî min dê piraniya kurdan dîsa biçin ser sindoqan. Me kurdan xeletî nekir. Ji hêla demokrasî û azadiyan ve di esasê xwe de tenê Partiya Çepên Kesk û kurd bi ser ketin. Di hilbijartinê de kî jî bi ser keve, hemû dinyayê dît ku temînata azadbûna civakên Tirkiyeyê kurd in.”    ‘DIVÊ EM BI TEVLIBÛNEKE XURT Û BI ÎRADEYEKE MEZIN BIÇIN SER SINDOQAN’    Guney, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gorî min aboriya Tirkiyeyê dê bi hilweşîneke mezin re rû bi rû bimîne. Ji ber hilbijartinê zextek li ser enflasyon û dovîz tê kirin lê dibe ku ji roja duşemê ve aborî biteqe. Tevî rewşa neyînî jî li gorî min divê gel bi îradeyeke xurt biçe ser sindoqan. Divê kesek guh nede bangên boykotê. Hewceye bi tevlibûneke xurt û bi îradeyeke mezin em biçin ser sindoqan.”    MA / Dîlan Akyol