Dadgehê ne pêşeroja zarokên kurd lê ya polîsên ew derb kirin fikirî 2023-05-27 09:59:39   MÊRDÎN - Li Nisêbînê du zarok ji ber cil û bergên kurdî ji hêla polîsan ve hatibûn derbkirin. Di dozê de dadgehê bi hinceta “pêşeroja bersûcan” cezayê polîsan paşde xist. Parêzer Lokman Emen, biryara dadgehê wiha nirxand: “Encama polîtîkaya necezakirinê ya sedsalan e.”    Di 31’ê kanûna 2022’yan de li Taxa Dîcle ya Nisêbîn a Mêrdînê zarokên bi navên B.K. (16) û Huseyîn G. (18) cil û bergên kurdî li xwe kiribûn û ji hêla polîsên tîmên taybet ve hatibûn derbkirin. Têkildarî tîmên taybet de doz hatibû vekirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Nisêbînê têkildarî dozê biryara xwe da. Dadgehê bi sedema “Peywira xwe xerab bi kar anî û bi çekê bû sedema birîndarbûnê” di sînorê herî kêm de ceza da û li polîsan 18 hezar lîre cezayê pereyan da. Piştre jî ev ceza daxiste 15 hezar lîreyan. Dadgehê piştre ev ceza li 20 taksîtan dabeş kir û dayîna pereyî ji bo 5 salan hate taloqkirin.    LI PÊŞEROJA POLÎSAN FIKIRΠ   Dadgehê di hinceta biryara xwe de diyar kir ku ji ber “bandorên texmînî ya ceza ya li ser pêşeroja bersûcan” ceza hatiye daxistin. Ji bo dayîna cezayî di sînorê herî kêm de jî dadgehê hinceta “rewşa aborî û civakî ya bersûcan” nîşan da. Ji bo paşdexistina cezayê bersûcan jî dadgehê ev hinceta sosret nîşan da: “Dema me li şexsiyeta bersûcan nihêrtî, em gihiştin wê qenaetê ku êdî sûc nakin.”    ‘DADGEHÊ HEWL DA JI WATEYA WÊ DERXÎNE’   Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yê Mêrdînê parêzer Lokman Emen diyar kir ku ji destpêkê heta niha lêpirsîn kêm tê meşandin û wiha got: “Diviyabû dosya li dadgeha cezayên giran bihata dîtin. Mijara behsa xeberê cihêkarî û sûcê nefretê ye. Ev her du kes ji ber cilên xwe hatine derbkirin. Bersûcan jî ev qebûl kirin. Cil û bergên herêmî nasnameya mirovan in. Heke hûn ji ber vê nasnameyê kesekî weke gumanbar bibînin, ev yek sûcê nefret û cihêkariyê ye. Dadgehê bi zanebûn hewl da ji vê wateyê derxîne. Tenê li gorî encamê tevgeriya û wisa biryar da.”    ‘BI AWAYEKÎ EŞKERE POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ HEYE’   Herî dawî jî Emen ev tişt anî ziman: “Diviyabû bersûc ji destpêka bûyerê ve bihatina girtin. Lê biryara girtinê nedan. Mixabin ev bûyer, mînakeke herî dawî ya polîtîkaya necezakirinê ya sedsalan e. Biryarên duh di doza JÎTEM’ê ya Enqereyê de hatine dayîn jî berdewamiya vê polîtîkayê e. Hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye. Du hiqûq hene ku yek li Tirkiyeyê û yek jî li herêmê di meriyetê de ye. Hiqûqeke li dijî kurdan û çînên din ên rastî cihêkariyê tên heye, li rexa din jî hiqûqa li dijî çînên cuda heye. Ferq û cudahiya nasnameyê dikin. Ev sed sal in di sûcên li dijî kurdan de polîtîkaya necezakirinê di meriyetê de ye. Em ê li dijî biryarê îtîraz bikin. Dê dev jê bernedin û pêvajoya hiqûqî bidomînin.”    MA / Ahmet Kanbal