‘Bila Can Atalay bê berdan’ 2023-06-09 13:55:56 EDENE - Rêxistinên hiqûqê yên Edeneyê, xwestin ku parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê Can Atalay ku ji Doza Geziyê girtî ye bê berdan.    Şaxên Hîqûqnasên Ji Bo Edaletê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Edeneyê ji bo parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay were berdan li ber edliyeyê daxuyanî dan çapemeniyê. Baran Taygûn Metîn ê li ser navê hiqûqnasan daxuyanî da, anî ziman ku tevî Atalay ê ji Hatayê weke parlamenter hate hilbijartin mazbataya xwe wergirtiye jî nayê berdan û wiha got: “Ev yek nayê qebûlkirin. Divê Can Atalay ê weke parlamenter hatiye hilbijartin ji bo li parlamentoyê nûnertiya hilbijêran temsîl bike, di nava xebatên qanûnçêkirinê de cih bigire û ji bo Hataya ku di nav herêma erdhejê de ye cih bigire divê demildest bê berdan.”