ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-10 09:00:13       * Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan girtiye diyar kir ku jiyana girtiyên nexweş di xetereyê de ye û “sîxurî” li girtiyan tê ferzkirin û got: “Divê şandeyên serbixwe li girtîgehê lêkolînê bikin.”    * Li Amedê zarokên ku di kar û barên cuda de tên xebitandin, doza jiyaneke adil û wekhev kirin û gotin: "Ji ber ku em diwestin em nikarin bilîzin. Em dixwazin em jî wekî hevtemenên xwe bin."    * Ajokarên ku bertek nîşanê bihakirina fiyetê benzîn û motorînê dan, gotin ku desthilat mesrefên hilbijartinê ji berîka gel derdixe.    * Derbarê rojnamevan Ahmet Kanbal ê têkildarî sindoqa hilbijartinê ya li Mêrdînê windabûyî li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal parve kir de bi îdiaya “Belavkirina agahiyên xelet” doz hate vekirin.     * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 810'an de berdewam bike.    * Rêveberiyên Herêmî yên HDP’ê wê bi hevşaredar û endamên Meclisê re li Otela Mîtannî li ser ji nû ve avakirinê civînekê li dar bixin. (10.00)   * Hevserokên Bajaran ên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê dê li Navenda Giştî ya Partiya Çepên Kesk bên bahev. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar dê di ketina civînê de biaxive. (10.30) ZINDΠ   * ÎHD û malbatên windakiriyan dê çalakiyên xwe yên “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li Amed û Êlihê bidomînin. (11.00-12.00)   * Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin dê di hefteya 950’yan de çalakiya xwe bidomînin. (12.00)   * Komeleya Wêjekarên Kurd wê li Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê 2’yemîn Kongreya xwe ya Awarte li dar bixin. (13.00)   * Rêxistinên sivîl ên civakî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li Enqere û Stenbolê daxuyaniyê bidin (13.00)   * Şaxa Egîtîm-Sen’a Êlihê têkildarî xebatên akademîk ên kurdî dê li Kooperatîfa Kefalet û Kredî ya Dikandar û Sinetkaran panelekê li dar bixe. (13.30)