Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin 2023-06-10 09:01:27   WAN - Ajokarên ku bertek nîşanê bihakirina fiyetê benzîn û motorînê dan, gotin ku desthilat mesrefên hilbijartinê ji berîka gel derdixe.    Piştî hilbijartinê kûrên dowîzan li ser hev zêde dibin. Zêdebûna kûran kir ku fiyetê her tiştî biha bibe. Fiyeta benzîn û motorînê jî biha bû. 2.70 lîre hat se rbenzînê û 1,37 lîre jî hat ser motorînê. Ajokarên serwîsan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin ku ji ber bihabûnê welatî êdî nikarin heqê rê jî bidin.   ‘DÊ HER TIŞT XIRABTIR BIBE'   Sînan Şahîn anî ziman ku hema bibêje fiyetê motorînê her roj biha dibe û got ku li Wanê mirov êdî peya diçin û tên. Şahîn destnîşan kir ku bihabûna motorînê bandorê li her tiştî dike û got: "Berê me cotek lastîk bi 2 hezar TL'yan dikirî, niha bûye 12 hezar TL. Ger ez rabim 4 cot lastîkan ji wesayîta xwe re bikirim, divê ez 24 hezar TL'yan bidim. Dê fiyet hîn bêtir biha bibin. Dê mirov perîşan bibin. Ên li vir dixebitin hemû bi meaşê kêm dixebitin. Ez ajokar im, xwediyê mînîbusê 5 milyon lîreyê xwe daye vir, lê qezenca wî ya rojane 200-300 lîre ye. Welat niha têk çûye."    Şahîn destnîşan kir ku wisa xuya dike ev desthilat dixwaze mesrefa hilbijartina borî hemûyan ji berîka gel derxe û bertek nîşanî vê da.    ‘ÊDÎ EM HEW DIKARIN ÎDARE BIKIN'   Ajokarê Erol Ûmûr jî diyar kir ku hema bibêje sotemenî her roj biha dibe û got: "Êdî bes e. Divê wiha nedome. Divê çareyek bê dîtin. Em nizanin em ê çi bikin. Piştî hilbijartinê sotemenî li se rhev biha bû. Ji ber fiyetê mazotê tu tişt bi dest me nakeve. Welatî jî heyr mane. Ew jî nizanin ew ê çi bikin. Pereyê wan tune ye li serwîsê siwar bibin. Mirov êdî fedî dikin li wesayîtan siwar bibin. Di berîka wan de pere tune ye. Em heqê rê biha dikin, em dixisirin. Êdî bes e, em hew dikarin îdare bikin."    ‘MIROV ÊDÎ LI MÎNÎBUSÊ SIWAR NABIN'    Adnan Bagiş jî bilêv kir ku ew ajovan tenê ji bo mesrefên sotemeniyê dixebitin û got ku rewşa wan qet nebaş e. Bagiş bilêv kir ku êdî nikarin ji bo wesayîta xwe ajovanan jî peyde bikin û wiha got: "Em bi tena serê xwe dixebitin. Qezenca me pir hindik e. Di du rojan de 25 TL hat ser mazotê. Lewma em ajovanên mînîbusan pir mexdûr in." Bagiş destnîşan kir ku ji ber bihabûnê mirov êdî nikarin li dolmîşan jî siwar bibin.   Îhsan Kanarya jî bal kişand ser bihabûna fiyetê parçeyên wesayîtan û got: "Rûnê wê ji 300 TL'yî bû 2 hezar TL. Em ji bo guherandina perçeyekî wê em 4 hezar lîre didin hoste. Em nikarin ji bin vî barî rabin. Jixwe rê xerabe ne, em mehê carekê lastîkan diguherînin. Rewşa me qe nebaş e. Du roj in fiyetê sotemeniyê biha dibe. Û em nikarin ajovanan peyde bikin. Ji lew re kes nayê bi 200 lîreyî naxebite. Heqê rê 6 TL ye. Lê mirov 3-4 TL'yan didin. Kes dengê me nabihîse."    Alî Dogûba jî got: "Ev bihabûn em perîşan kirin."