Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin 2023-06-10 09:03:17   AMED - Li Amedê zarokên ku di kar û barên cuda de tên xebitandin, doza jiyaneke adil û wekhev kirin û gotin: "Ji ber ku em diwestin em nikarin bilîzin. Em dixwazin em jî wekî hevtemenên xwe bin."    Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO), di sala 2002'yan de ji bo zarok neyên xebitandin, 12'ê Hezîranê wekî "Roja Têkişîna Li Hemberî Karkeriya Zarokan" îlan kir. Lê ji roja ku ev roj hatiye îlankirin heya niha, her diçe hejmara zarokên tên xebitandin zêde dibe. Li gorî rapora 2021'ê ya ILO û Fona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), hejmara zarokên tên xebitandin di 4 salên dawî de 8,4 milyon zêde bûye û li seranserê cîhanê jî bûye 160 milyon.    Li gor Saziya Îstastîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) jî, ji dawiya sala 2022'yan, ji 85 milyon û 279 hezar û 553 welatiyên Tirkiyeyê, 22 milyon û 578 hezar û 378 jê zarok in. Li gor daneyên TUÎK'ê, rêjeya zarokên temenê wan 15-17 sal ên dixebitin 18,7 e. Li gor rapora 2022'yan a Meclisa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), li Tirkiyey herî kêm 2 milyon zarok tên şixulandin.    Li Amedê jî hema bibêje zarok di gelek kar û baran de tên şixulandin. Em li kuçeyên Amedê bi zarokan re li ser şert û mercên xebatê û tiştên tên serê wan axivîn.    ‘EZ NIKARIM BILÎZIM'   F.E.'yê 12 salî yê ji Sûriyeyê ku di dikaneke Fast Foodê (xwarina hazir) de dixebite, anî ziman ku ew ji heftê sibehê heya pêncê êvarî tostan digerîne. F.E. got: "Ez 7 salî bûm em hatin Tirkiyeyê. Em 6 xwişk û bira ne. Ez û birayê xwe li vir dixebitin. Ez dixwazim bixwînim, xeyalên min hene. Min dixwets ji dêvla xebatê bilîzim, lê gava ez ji kar dertêm ji ber ku pir diwestim nikarim bilîzim."    A.D. yê 13 salî ku ji ber şerê Sûriyeyê hatiye Tirkiyeyê, anî ziman ku 11 sal in ji bo jiyanê têdikoşin. A.D. bilêv kir ku ew ji heştê sibehê heya pêncê êvarî li kuçeyên amedê qarton, naylon, şûşeyên pet berhev dike û got: "Ez pir diwestim. Tav li min dixe. Lê ez nexebitim nabe. Heqê kirê, heqê ceryanê.. Bavê min bi tena serê xwe nikare van mesrefan bide."    ‘GER ŞER TUNE BÛYA EM SAETEKÊ JÎ LI VIR NEDIMAN'   M.D. yê 17 salî ku ji neçarî dest ji dibistanê berdaye, ew û pismamê xwe A.D. heman karî dikin M.D. bilêv kir ku gava dixebitin bi zimanekî cihêkar re rû bi rû dimînin û got: "Ez ji ber kar nexweş ketim. 8 sal in ez heman karî dikim. Em rojê 100 lîreyî qezenc dikin. Zarokên wekî min li malên xwe ne. Bi telefonên xwe dilîzin, diçin dibistanê lê em diçin kar. Em doza wkeheviyê dikin. Li kar bi ser me de diqîrin, heqaretê li me dikin. Tim ji me re dibêjin 'Hûn ê kengî herin Sûriyeyê?' Ger şer tune bûya, em saetekê jî nediman."    Ji 4 XWIŞK Û BIRAYAN 3 KES DIXEBITIN   M.D. yê 13 salî ku tevî birayên xwe simîtan difiroşe got: "Ez rojê 50 lîreyîq ezenc dikim. Ez bi vî pereyî hewl didim alîkariya malbata xwe bikim. Em 4 xwişk û bira ne. Em 3 kes dixebitin. Bila pergal ji bo zarokan bê guherandin. Bila zarok li parkan bilîzin, nexebitin."    ‘MIN DIXWEST WEKÎ HEVTEMENÊN XWE BIM'    A.T. yê 17 salî jî li kuçeyan fêkiyan difiroşe. A.T. bilêv kir ku wî û gelek hevalên wî dest ji dibistanê berdane û got: "Min dixwest bibi endezyarê elektrîkê. Min jî dixwest ez wekî hevtemenên xwe bim."    POLÎTÎKAYÊN ŞER   Seroka Komeleya Hêviyên Rengîn Yeter Erel Tûmay jî anî ziman ku xebitandina zarokan tenê ne pirsgirêka Kurdistanê, pirsgirêka tevahiya cîhanê ye. Tûmay destnîşan kir ku lê li Kurdistanê sedema xebitandina zarokan polîtîkayên şer e û got ku êdî zarokên di navbera 6-12 salan de jî bermayiyan berhev dikin. Tûmay destnîşan kir ku parastina zarokan û pêşîgirtina îhmalan berprisiyariya dewletê ye.    Tûmayê destnîşan kir ku karkeriya zarokan bi xwe re ji binpêkirina mafê jiyanê heya destdirêjiya li zarokan gelek binpêkirinên tîne û got ku bi polîtîkayên bibandor û qanûnan pêşîgirtina li karkeriya zarokan pêkan e. Tûmayê daneyên TUÎK'ê bibîr xist ku ji bajarên herî zêde zarok lê dixebitin yek jê jî Amed e û wiha pê de çû: "Xizanî bi xwe re dibe sedema karkeriya zarokan. Yanî sedema betaliya li vir şerê çekdarî yê bi salan e. Sedema ku li vir veberhênanî nayê kirin û zêdebûna rêjeya betaliyê, polîtîkayên şerê taybet in. Ev polîtîka li vir dibin sedema zêdebûna karkeriya zarokan.Piştî erdhejê mesele kûrtir bû. Mirovênli vir her diçe xizantir dibin."     Tûmayê diyar kir ku xeleka herî zirav a vê zincîrê jî zarokên penaberan e û got ku herî zêde keda wan tê binpêkirin. Tûmayê bilêv kir ku zarokên tên xebitandin mafê wan ê tenduristiyê jî tê binpêkirin û got ku di dema kar de gava tiştek tê serê wan bi derfetên xwe çareser dikin.    Tûmayê da zanîn ku rêxistinên civaka sivîl ji bo pêşîgirtina karkeriya zarokan tevdigerin, lê dîsa jî pirsgirêk nayê çareserkirin û got: "Daneyên nû ku her diçe zêde dibin, dê rewşa rêxistiên civaka sivîl jî biguherîne. Bi taybetî li herêma erdhejê zêdebûna karkeriya zarokan, dê bike ku em hîn bêtir bixebitin. Her ku xizanî zêde bibe dê karkeriya zarokan jî zêde bibe û ev dê binpêkirinên mafan zêdetir bike."    POLÎTKÎKAYEKE JI BO MAFÊN ZAROKAN TUNE YE'   Tûmayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li welêt polîtîkayeke ji bo mafên zarokan tune ye û got: "Nebûna polîtîkayeke mafên zarokan, tiştekî polîtîk e. Dewlet divê ji bo zarokên welêt polîtîkayeke çalak ku karibe wan biparêe pêk bîne. Yan na dê axaftinên rêxistinên civaka sivîl an jî axaftinên li meclisê yên der barê kakeriya zarokan de bi kêr neyê. Ev,d ivê bi qanûnan bên çêkirin."    MA / Eylem Akdag