Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn 2023-06-10 14:06:13   AMED / ÊLIH - Xizmên Windayan li Êlihê aqûbeta Îsa Gok pirsîn û li Amedê jî xwestin kujerên Selahattîn Akbulut ê hatibû qetilkirin bên dîtin.    Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 748’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li Parka Koşûyolû li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Xizmên Windayan vê hefteyê li kujerên Selahattîn Akbulut ê di sala 1994’an de li Bismilê hat binçavkirin û paşê hat qetilkirin pirsîn.   Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku êrişên beriya hilbijartinê didomiyan piştî hilbijartinê jî berdewam dikin. Zeytûn tundiya polîsan a li Cizîrê di serdegirtina malekî de, binçavkirina Hevşaredarên Panosê û qetilkirina zarokê 5 salî Erdem Aşkan ê li Geverê bi bîr xist û got: “Ji ber polîtîkayên ewlekariyê pirgirêka kurd nayê çareserkirin. Ji ber vê yekê jî binpêkirinên mafan her roj diqewimin. Muxalefet jî li ber vê yekê bêdeng dimîne. Bi polîtîkayên ewlekariyê wê tu kes negihîje tu cihî.”    Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya qetilkirina Selahattîn Akbulut xwend.    MALBAT KUJERAN NAS DIKE    Akdenîz diyar kr ku malbata Akbulut ji kujeran du kujran nas dike û ji ber cerdevaniyê qebûl nekiriye hêzên dewletê zextan lê kirine û ji ber vê yekê jî çend hatiye binçavkirin û gefa kuştinê lê hatiye xwarin û her tim zext lê hatine kirin. Akdenîz destnîşan kir ku piştî gef û zextên li Akbulut tên kirin paşê tê binçavkirin û 25 roj şûn ve di 26’ê sibata 1996’an de cenazeyê wî ku ji guleyan bûye serad li gundê çemê Goma yê li Bismilê tê dîtin. Akdenîz anî ziman ku tevî ewqas sal derbas bûn jî hê jî kujerên wî nehatine cezakirin.    Piştî xwendina serpêhatiya Akbulut 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    ÊLIH   Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihyê jî di hefteya 584’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li serê CadeyaGulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Rêveberên HDP, Partiya Çepên Kesk û OHD’ê tev li çalakiyê bûn .   Vê hefteyê li aqûbeta Îsa Gok ê di hezîrana sala 1994’an de li Êlihê hat windakirin pirsîn.  Hevseroka ÎHD’a Êlihê Rumeysa Denîz Kaya daxuyanî xwend û destnîşan kir ku heta ku kujer û winda bên dîtin dê têkoşîna wan bidome.    Rumeysa Denîz Kaya serpêhatiya windakirina Îsa Gok xwend û da zanîn ku di meha hezîrana sala 1994’an de şeveqî ji bo biçe kar ji malê derdikeve û carekî din venagere malê û her çiqas malbat lê digere jî wî nabîne. Kaya da zanîn malbat dixwaze gorek Îsa Gok hebe.    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.