Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari 2023-06-10 15:37:01   ENQERE/STENBOL/ÎZMÎR - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwest Erol Balci yê li Girtîgeha Sîncanê bê berdan, Şaxa ÎHD’a Stenbolê bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweşê giran Onder Poyraz ê li Girtîgeha Erziromê tê ragirtin û Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Huseyîn Sari yê li Girtîgeha Bolûyê tê ragirtin.   Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 457’emîn a çalakiya xwe de bi daxwaza berdana girtiyên nexweş li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nikare bê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin. ÎHD’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa tenduristiya Erol Balci yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Sîncanê tê ragirtin. Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’a Enqereyê parêzer Umît Can Akbûlût axivî. Akbûlût, da zanîn ku Balci ji sala 2016’an heta sibata 2023’yan li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê dihate ragirtin û bal kişand ku çavên Balci ji sedî 90 nabînin û qala nexweşî û rewşa Balci kir. Akbûlût, anî ziman ku heta pirsgirêkên li girtîgehan bi dawî nebin dê daxwazên xwe yên çareseriyê bidomînin.   STENBOL    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê 585’emîn çalakiya “Rûniştina F” ku her hefte ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixin li ber avahiya komeleya xwe pêk anî. Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Onder Poyraz ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yemîn a Dûmlû ya Erziromê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweşê giran Onder Poyraz bê berdan” hate vekirin û her tim dirûşmeyên “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” , “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê yê berê Mûsa Pîroglû, xizmên girtiyan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE DIBIN’   Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran, anî ziman ku mafê xwe gihandina tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê astengkirin û ji bo ev binpêkirinên mafan bi dawî bibin girtî serî li her saziyan didin û diyar kir ku tevî vê binpêkirinên mafan her ku diçin zêde dibin.    TENDURISTIYA WÎ HER KU DIÇE XERAB DIBE    Onaran, qala rewşa girtiyê nexweşê giran Onder Poyraz ê li Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê tê ragirtin kir û bal kişand ser nexweşiyên wî û destnîşan kir ku ji ber vê yekê rewşa wî ya tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe.    BANGA TEDAWIYÊ    Onaran bang kir ku Poyraz were berdan, rayedar peywîra xwe pêk bînin û raya giştî jî hestiyar bît.    ÎZMÎR    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş bi dirûşmeya “Ji girtiyên nexweş re azadî” du hefteya carekê li ber Sumerbanka Kevin a Konakê civîna çapemeniyê ya 276’emîn li dar xist. Di daxuyaniya ku gelek kes tev li bûn de pankarta “Girtiyê nexweş dimirin, nebe hevkarê vî sûcî” hate vekirin. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Huseyîn Sari yê li Girtîgeha Akhîsar a Manîsayê tê ragirtin û qala rewşa wî û nexweşiyên wî kirin.