ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin 2023-06-10 15:51:59   STENBOL - Komîsyona Li Dijî Windayan a ÎHD’a Stenbolê diyar kir ku qedexekirina Qada Galasarayê sûcê li dijî Destûra Bingehîn e û xwest qedexe û sepana binçavkirina li Qada Galatasarayê were bidawîkirin.    Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan di hefteya 950’emîn de jî li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin. Komîsyona Li Dijî Windayên di Binçavan de ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û nerazîbûn nîşanî binçavkirina dayikan û parêzvanên mafên mirovan da.    Di civînê de pankarta bi nivîsa “Qada Galatasarayê ya me ye, bila binçavkirî bên berdan” hat daliqandin. Gele kes tev li civînê bûn. Endama Komîsyonê Zeynep Yildiz daxuyanî da.    DESTÛRA BINGEHÎN Û HIQÛQÊ BI BÎR XIST    Yildiz biryara ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê çalakiya Dayikên Şemiyê de daye bi bîr xist û wiha got: “Binçavkirina Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan nehiqûqî ye û polîs sûc dikin. Em bang li rayedaran jî dikin; nenasîna biryara AYM’ê tê maneya binpêkirina Destûra Bingehîn û sûckirinê. Sepanên ku Destûra Bingehîn binpê dike û sûc dike bi dawî bikin. Dawî li qedexeya Qada Galatasarayê ku li dijî Destûra Bingehîn e bi dawî bikin.”    'EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN’    Paşê ji xizmên windayan Ayten Morsumbul jî axivî û got: “Hûn nikarin bi astengkirina çalakiya me têkoşîna me têk bibin. Em ê dest ji çalakiya xwe ya 28 salan bernedin. Qada Galatasarayê ya me ye.”