Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir 2023-06-10 20:09:51       NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê xwest ku kujerên Huseyîn Arasan bên dîtin û bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ya li hember komkujiyên penaberên siyasî şermezar kir.   Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Herêma Kurdistanê têkildarî êrişa li dijî endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan ku duh li taxa Bekrecû ya Silêmaniyê bi giranî birîndar bûbû û piştre jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyek da.   Nûnertiya HDP’ê bang li rêveberiya Herêma Kurdistanê kir ku kujerên Huseyîn Arasan û hemû welatparêz û şoreşgerên li Başûrê Kurdistanê bi destê MÎT’ê û hevkariya hêzên Herêma Kurdistanê hatine şehîdkirin, bên dîtin û dadgehkirin.   Di daxuyaniya çapemeniyê de Endamê Nûnertiya HDP’ê Aydin Yalvaç axivî û da zanîn ku dewleta Tirk li welat û derveyî welat li dijî gelê Kurd şerê qirkirinê daye destpêkirin û wiha dewam kir: “Di vê şerê qirkirinê yê dewleta Tirk de bi dehan welatparêzên me bi şêweyekî tirsonekane şehîd kirine. Bi taybet di nava du salên borî de MÎT’a Tirk bi alîkariya hêzên Herêma Kurdistanê di êrişên li dijî penaberên siyasî yên Bakurê Kurdistanê de bi dehan hevalên me şehîd kirine. Em weke penaberên siyasî yên Bakurê Kurdistanê û Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê êrişên li ser hevalên me tên kirin bi tundî şermezar dikin.”   Yalvaç, di dewama daxuyaniyê de bang li hemû hêz û aliyên Herêma Kurdistanê kir ku di zûtirîn demê de kujer û kesên di van êrişên tirsonek yên di qetilkirin û birîndarkirina hevalên wan de cih girtine bên dîtin, dadgehkirin û girtin û wiha ot: "Neteweyên Yekbûyî (NY) li hember komkujiyên li dijî penaberên siyasî bêdeng e. Em bêdengiya Netewên Yekbûyî bi tundî şermezar dikîn."   Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû gelê Kurd hate kirin ku bi yek dengî têkoşîna xwe ya li dijî komkujiyan mezintir bikin.