Ji KCD'ê banga ji bo Arasan 2023-06-10 21:33:06   NAVENDA NÛÇEYAN - KCD'ê, qetilkirina Huseyîn Arasanku duh li Silêmaniyê hatibû qetilkirin şermezar kir û wiha bang kir: "Em bang li hemu partî, rêxistin, sazîyên kurd dikin ku li dijî van êrişan helwesteke bi biryar nîşan bidin û nehêlin ku di sedsala Peymana Lozanê de hêviya yekitiya gelê Kurd qels bibe."   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî êrişa li Herêma Kurdistanê ya li dijî endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan ku duh li taxa Bekrecû ya Silêmaniyê bi giranî birîndar bûbû û piştre jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.    Daxuyaniya nivîskî ya KCD'ê bi vî rengî ye:   Endamê Komeleya Karkeran a Mezopotomyayê welatparêzê kurd Huseyîn Arasan di encama êrişeke çekdarî de li bajarê Silêmaniyê hate qetilkirin. Ev êrişên rejîma faşîst yên ku bi piştgirî û hevkariya PDK'ê pêk tên akademîsyen, siysetmedar û rojnamegerên welatparêz ên kurd ji xwe re kiriye hedef. Di navbera salekê de di encama êrişên bi vî rengî de 5 welatparêzên kurd hatin qetilkirin ku yek ji wan akademîsyen Nagihan Akarsel bû.   PDK li şûna ku statuya Kurdistanê biparêze li herema Kurdistanê ji rejima faşist re statü ava dike, Herema Kurdistanê kiriye wek bajerekî rejima faşîsta a Tirkiyê, bi vî awayî rê li ber êrişan vedike û bercewendiyên xwe yên şexsî diparêze. Di êrişên bi ser herema Kurdistanê de şirîkê rejima faşist PDK bû ji ber vê yekê rê neda ku li ser bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bên kirin. Rejima faşîst bi rêya êrişên çekên hewayî û bi destê PDK’ê hewl dide ku Şengalê bê statü bihêle, KDP li ser daxwaza rejîma faşist aTirkiyê li ser Qampa Mexmûrê ambargoyê pêk tîne û bi vî awayî dixwaze ku Mexmûrê vala bike. Heman rewş li Rojava jî ber bi çav e. Bêdengiya li dijî van êrişan a partî, rêxistin û saziyên ku li ser navê PDK doza welatparweriyê dikin nîşan dide ku welatperweriya wan  di nav sînorên bercewendiyên KDP’ê de asê maye. Her deverê Kurdîstanê war û stargeha her kurdekî ye, dîrok wê rûreşiya yên ku war li gelê xwe kirine gor jî binivise, wê yên ku war ji xwe re kirine doz jî binivise.   Bi vê mebestê em wek KCD’ê em vê êrişê bi tundî şermezar dikin, sersaxiyê ji malbata Huseyin Arasan û ji gelê xwe re dixwazin û bang li hemu partî, rêxistin, sazîyên kurd dikin ku li dijî van êrişan helwesteke bi biryar nîşan bidin û nehêlin ku di sedsala Peymana Lozanê de hêviya yekitiya gelê Kurd qels bibe. Di heman demê de em bang li saziyên sivîl û mafê mirovan, hêzên demokrasiye û Neteweyên Yekbûyî dikin ku li dijî van êrişên ku hiquqa navnetewî û mafên mirovan binpê dike peywira xwe bicih bînin.