ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN 2023-06-11 09:00:07   * Welatiyên Rihayê ku encamên hilbijartinê nirxandin, bal kişandin ser kêmasiyên di wê pêvajoyê de hatine kirin û rêyên çareseriyê. Rihayiyan got ku muxatabê çareserkirina pirsgirêkan jî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.    * Li Botanê Kaniya Nerdûşê ya ku 3 sal in bi komirê diherike cotkariya herêmê daye sekinandin û rejeya avê her ku diçe kêm dibe. Hawirdor,tendûristvan û siyasetmedarên herêmê ji bo çem ev hişyarî kirin: "Heke neyê sekinandin dê rêjeya çavkaniya avê kêm bibe û şêniyên herêmê dê bi nexweşiyên mezin re rû bi rû bimînin."    * Jinên HDP'î anîn ziman ku ew ê li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan dikin ên Tifaqa Cumhûrê li qadan bin û gotin: "Jin, dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin."   * Neda Kerempoûr bilêv kir ku piştî qetilkirina Jîna Emîniyê zextên li hemberî rojnamevanan zêde bûne û li dijî zilma rejîmê bang li saziyên navneteweyî kir.    * Her ku dahata neteweyî ya welatiyan kêm dibe, hejmara zarokên karker jî zêdetir dibe. Pisporê îstîhdamê Sînan Ok got ku mekanîzmayeke cemaweriyê ya ku rê li ber pergala keda zarokan dixwe tune ye.    * Di sala 2020’an de li Silopiyayê hîmê Nexweşxaneya Welîdina Jinan û Zarokan hatibû avêtin û înşaeta wê bi hinceta “lêçûnên wê zêde bûne” hate sekinandin.   * Ji ber ku ji Rûbarê Nerdûşê ya Botanê komir diherike, xelkê herêmê nikare cotkariyê bike. Her wiha rêjeya avê her ku diçe kêm dibe. Hawirdorparêz, tenduristvan û siyasetmedarên herêmê ji bo çem hişyarî dan û wiha gotin: “Heke rê li ber vê neyê girtin dê bandoreke mezin a neyînî li ser tednrustiya xelkê herêmê bike.”     * Çalakiya Malbata Şenyaşar dê di roja 811’an de berdewam bike. (10.00)   * Çalakiyên 5’emîn Rojên Ma Musicê dê îro jî li Akademiya Ma Musicê berdewam bike. (19.00